Aboriya Spanyayê bi fermî ket resesyonê

Aboriya Spanyayê bi fermî ket resesyonê

Bi awayeke fermî aboriya Spanyaya ku di warê bêkariyê de li Ewropayê rekor li ser rekorê dişkîne, ket resesyonê.

Li gorî daneyên îro ji aliyê hikûmeta Spanî ve hatin aşkerekirin, aboriya welêt di nava 3 mehên destpêkê de ji sedî 0.3 biçûk bû. Di çaroka dawî ya sala 2011 de jî aboriya welêt ji sedî 0.3 biçûk nebibû. Bi vî awayî aboriya welêt ket resesyonê.

Aborînas didin diyarkirin ku dê resesyona vê carê ya ku aboriya Spanyayê têde bi awayeke zêdetir bidome.

Ji welatên Yekitiya Ewropayê Spanya di nava welatên ku herê zêde rêjeya bêkariyê lê bilind de ye. Li Spanyayê rêjeya bêkariyê li derdora ji sed 22 ye.