AFP: PKK'ê bi stratejiya şokekirinê Enqereyê vexwend meydanê

AFP: PKK'ê bi stratejiya şokekirinê Enqereyê vexwend meydanê

Ajansa Nûçeyan a Franseyê AFP’ê ragihand ku di van du mehên dawiyê de PKK’ê “bi statejiya xwe ya şokekirinê” Enqereyê bêminet kir û diyar kir ku ev stratejî “serweriya herêmê” û “parastina herêmên rizgarkirî” ye.

Ajansa Frensî aşkere kir ku PKK ya ku ji sala 1984’ê ve “li herêma Başûrê Rojhilatê Anatolyayê ku piraniya şêniya wê Kurd e, ji bo serxwebûnê têdikoşe”, ji 23’yê tîrmehê ve di çarçoveya “serweriya herêmê” de li herêmê dest bi operasyonekê berfireh kiriye.

AFP di nûçeya xwe ya dispêre ANF’ê de diyar dike ku Endamê Konseya Rêveber a KCK2ê Dûran Kalkan gotiye; “Hedef ne tenê lêxistina aliyê dijber e, hedef pêşxistina xweseriya demokratîk û avakirina rêveberiya xweser a gelê Kurd e.”

Ajansê ragihand ku PKK’ê daye diyarkirin ku wê li sê herêmên çiyayê serweriyê bi dest xistiye û cih da gotinên “Bi awayeke şênber, ev herêm bi temamî di bin kontrola gerîlyana de ne û ev yek tê wê wateyê ku artêş ji vir hatiye derxistin” ên Hevseroka Giştî ya BDP’ê Gultan Kişanak

Kişanak dibêje; “Ev yek tê wê wateyê ku leşker di qişlayên xwe de dimînin û nikarin derbikevin operasyonan, ji ber ku li wir gerîla hene. Kontrola rêyan di dest ê gerîlayan de ne, rê û nasnameyan kontrol dikin, carna jî alên xwe diçikînin.”

Li gorî AFP’ê hin pispor, ji ber vê pozîsyona PKK’ê ya ku demek dirêj e li dijî duwemîn artêşa bi hêz a NATO’yê şer dike, ji niyet û pozîsyona wê bi fikar in.

Pisporê Weqfa Lêkolîna Polîtîkayên Aborî ya Tirkiyeyê (TEPAV) Nîhat Alî Ozcan dibêje; “Hêzek mîna PKK’ê ku heta cihekê çek û milîtanên wê hene, ne mimkun e ku bikare axekê di aliyê fîzîkî de biparêze, ev yek ne li gorî mantiq û xwezayê ye.”

AFP cih dide daxuyaniyên Serokwezîrê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ku digot PKK li Şemzînanê bin ketiye û ji bo vê yekê jî serî li nêrînên rojnamevan Îrafan Aktan dide. Aktan diyar dike ku ev operasyonên leşkerî yên li Şemzînanê dawî li hebûna PKK’ê ya li van herêmên tên behskirin neanîne û dibêje: “Li gorî agahiyên di destê me de, heta niha nêzî hezar milîtan li bejahiyên Şemzînan, Oremar, Çelê û Geverê hene. Ger 200 ji vana hatibin kuştin jî (Li gorî Erdogan ji serê salê ve 239 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan), lê dîsa ji sedî 80’yê milîtanan li wir e.”

Rojnamevan da zanîn ku li hemberî wendahiyan jî, PKK2ê di aliyê psîkolojîk de pûan bi dest xistiye û dibêje; “(PKK) kengî bixwaze dikare operasyonên mezin li dar bixe, vê yekê nîşan da.” Nîhat Alî Ozcan jî qebûl dike ku çalakiyên gerîlayan bandorê li raya giştî dike û îdîa dike ku jixwe armanca PKK’ê ev e.