Agir bi 5 gundên Mêrîwanê ket
Agir bi 5 gundên Mêrîwanê ket
Agir bi 5 gundên Mêrîwanê ket
Her roj ji Rojhilatê Kurdistanê ve nûçeyên agir pêxistina daristanan dikevin ber destê me. Vê carê jî li gorî zanyariyên ji herêmê bi dest ketine,agir bi daristanên 5 gundên Merîwanê yên Rojhilatê Kurdistanê ketin.
Li gorî zanyariyên ku ji nûçegihanê ANF’ê li herêmê hatine wergirtin,duh daristanên gundên Degage,Çeşmyer,Sewlawa,Sawcî û îro jî daristanên gundê Musk agir pêketine.
Hêjayî gotinê ye ku, ji destpêka bihara îsal heya niha 169 buyerên agir pêketinê li deru dora bajarê Merîwanê ketine. Di encama van şewatan dejî zêdetirî 8000 donim zevî,daristan û çêrgeh şewitîne.