Agir bi Girtîgeha Colemêrgê ket
Agir bi Girtîgeha Colemêrgê ket
Agir bi Girtîgeha Colemêrgê ket
Agirê ku li Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê derket, ji aliyê yekîneyên îtfayê ve hate vemirandin. Hate hînbûn ku agir ji aliyê girtiyan ve hatiye pêxistin.
Li Girtîgeha Girtî ya Colemêrgê di demjimêr 21.00’an de şewat derket. Ji bo vemirandina şewata li girtîgehê yekîneyên Îtfayeyê yên Şaredariyê ketin hundirê girtîgehê. Rayedarên îtfayeyê ragihand ku, girtiyan li girtîgehê bi armanca serhildanê li gelek noqteyan agirên biçûk pêxistine û wana agir vemirandiye. Sedemê serhildana girtiyan nehate zanîn, midûrê girtîgehê jî hate girtîgehê û bi girtiyan re hevdîtin pêkanî.
Piştî hevdîtinê çav lê ye îdareya girtîgehê daxuyaniyekê bide.