Agirê destpêkê yê Newrozê li Amedê hat pêxistin

Agirê destpêkê yê Newrozê li Amedê hat pêxistin

Rêxistina BDP'ê ya Amedê starta Newroza îsal bi hişyariya "Rêbertiya Azad, ji Kurdan re Statû, Bi Rizgariya Demokratik Jiyana Azad" bi pêxistina agirê Newrozê da. Agirê destpêkê yê Newroza Amedê bi merasimekê pêket. Di merasimê de Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut diyar kir ku, îsal dê Newroz bibe Fînal û 5 hezar kes ji niha ve peywirdar kirine.

Rêxistina 2013'ê ya Amedê bi civîna çapemeniyê bernameya Newroza 2013'an aşkere kir û agirê destpêkê ê Newroza Amedê pêxist. Civîna bernameya Newrozê li Navenda Çanda Cegerxwîn pêk hat. Di civînê de Endamê Meclisa BDP'ê Înan Kizilkaya, Hevseroka BDP'e ya Amedê Zubeyde Zumrut, endam û rêveberên BDP'ê yên Şaredarê Yenişehîr û gelek kesên din amede bûn.

Di civînê de Hevseroka BDP'a Amedê Zumrut diyar kir ku, wan ji îro de dest bi karê pratîk yê amadekariyên Newrozê kir û wiha got: "Îsal Newroz dê bi hişyariya "Rêbertiya Azad, ji Kurdan re Statû, Bi Rizgariya Demokratik Jiyana Azad" bê pîrozkirin. Em dê Newroza Fînalê di 21'e Adarê de li Qada Newrozê pêk bînin. Ji bo xebata Newrozê dê bi 5 hezar peywirdaran bê pîrozkirin. Her sal bi tevlîbûna milyonek mirov Newroz dihat pîrozkirin îsal dê milyonekê derbas bike. Em dê heta 21'ê Adarê xebatên Newrozê bimeşînin.

'EM DIXWAZIN BIRÊZ OCALAN LI AMEDÊ BIBÎNIN'

Endamê Meclisa BDP'ê Înan Kizilkaya diyar kir ku, ew îsal dixwazin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava xwe de li Newrozê bibînin.

Piştî axaftinê bernameya Newrozê hat aşkerekirin û agirê Newrozê ê destpêkê hat pêxistin. Di pêxistina Agirê Newrozê de 3 darikê çixatê hat pêxistin. Piştî agir hat pêxistin li ber def û zurneyê govend hat gerandin.

Bernameya Newrozê wiha ye:

* 9- 20 Adar: Her şev li taxên Rezan, Sûr Yenişehir û Peyas

* 17 Adar: Farqîn Karaz û Gêl.

* 18 Adar: Lice, Erxenî, Pîran û Hênê.

* 19 Adar: Bismil, Pasûr, Çinar, Hezro

* 20 Adar: Çermûk, Çunguş.

* 21 Adar Amed.