Agirê Newroza 2013’an li Mêrdînê bilind bû

Agirê Newroza 2013’an li Mêrdînê bilind bû

Newroza sala 2013’an li Bakûrê Kurdistanê stard da. Li Gundê Şutî yê girêdayî Stewrê agirê Newrozê hate pêxistin. Agirê ku li navenda gund hate hilkirin, welatiyên gundên derdor jî tevlîbûn.

Li gundê Şutî yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê Newroz hate pîrozkirin. Rêveberên BDP'ê yên Mêrdînê û navçeyê, şarêdarên Ewêna, Elfan û welatiyên gundên Kuzeyrip, Kirdîrek, Cirzî, Derîş û Cîlînê jî bi karwanekê qelebalix hatin gund û tevlî pîrozbahiyê bûn.

Welatiyên serê sibê li taxa Yukarî hatin cem hev agir hilkirin û alên PKK û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilgirtin, her wiha ji bo PKK û Ocalan slogan qîriyan. Jinên hatin tax jî bi dahol û zirnayan govend girtin. Piştî demekê girse ber bi qada gund ve dest bi meşê kirin. Piştî rêveberên BDP'ê hatin qadê pîrozbahiya Newrozê vegeriya mitîngê.

'TESLÎMBÛN TUNEYE BERXWEDAN HEYE'

Piştî rêzgirtinê Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz axivî û diyar kir ku, gelê Kurd ji bo azadiya xwe berxwe dide û wiha got: "Gel li gel ramana AKP'ê ya desthilatdar her tim bartîka şandin. Me soz daye Mazlûm Dogan. Me ala wî bilind kir teqez bernadin. Gelê kurd dê hesaba komkujiyên hatin kirin bipirse. Serokwezîr dibêje, 'BDP guhdariya gel nake. Guhdariya Qendîlê dike' Aqilê te ewqase. Gelo yên Qendîlê zarokên vî gelî nînin? Dema polîsên te gel gulebaran dikir em li cem wan bûn. Newroza sala 2013'an dê bibe wesîleya azadiya Birêz Abdullah Ocalan. Gelê me azadiya Birêz Ocalan dixwaze. Teslîmbûn tuneye berxwedan heye."

Piştî axaftinan Hevserokê Rêxisitna BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz û ji welatiyan Fîkriye Ozturk bi hev re agirê Newrozê hilkirin. Pişt re hunermendên herêmî stran gotin û welatiyan govend girêda.