Ahmet Turk: Êdî barê me girantir bûye
Ahmet Turk: Êdî barê me girantir bûye
Ahmet Turk: Êdî barê me girantir bûye
Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk Newroza duh ya Amedê weke Newroza herî bi heybet bi nav kir û daxuyaniyên girîng da ANF’ê. Turk da znaîn ku gel Ocalan rast xwendiye û got: “Ji niha pêve êdî barê Kurdan girantir bûye. Ger em bêjin ‘Ocalan pêvajoyê da destpêkirin’ û em xwe bê deng bikin em ê gelek tiştan winda bikin.”
Newroza duh li Amedê bi beşdariya zêdetirê milyonek û nîv kesî pêk hat di rojeva Kurdistan û Tirkiyeyê de ye. Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementerê Serbixwe yê Mêrdînê Ahmet Turk pîrozbahiyên Newrozê, peyama Ocalan a dîrokî û bendewariyên piştî banga Ocalan û peywira siyasetmedarên Kurd ji ANF’ê re nirxand. Li gorî Turk dê di pêvajoya nû de rengê her kesî bi awayeke baştir derbikeve der.
MEZINTIRÎN NEWROZ
Turk ku bi bîr xist ku her sal Newroza Amedê bi wayeke bi heybet tê pîrozkirin got: "Lê îsal bendewariyeke zêde hebû. Bi taybet ji bo peyamên Birêz Ocalan mereqeke zêde hebû. Li aliyekê şahî hebû, li aliyeke din jî girseyeke xurt a ku guhdarî peyamên siyasî dikir hebû. Ev Newroza herî mezin a heta niha bû.” Turk destnîşan kir ku piştî girseyê bihîst ku dê peyama Ocalan bê xwendin berê xwe da qada mitîngê û li hev kom bû û wiha axivî:
"Gelê Kurd bi têkoşîna xwe ya demokratîk gihiştiye, di zanebûna pêvajoyê de ye. Ji bo pêşeroja xwe tu carî tawiizê nade, lê ji bo pêkhatina aşitiyê jî roleke pir mezin leyistiye. Lê gumanên me her kesî hene, ji Birêz Ocalan bigire heta Qendîlê, em siyasetmedar û hemû gelê me. Her kes li vê pêvajoya ku jiyaneke adil û wekhev esas digire ye. Ji bo vê jî divê şik û guman ji holê rabin."
GEL OCALAN BAŞ DIXWÎNE
Ahmet Turk diyar kir ku gelê Kurd di Newrozê de peyamek girîng daye raya giştî ya Tirkiye û cîhanê û wan peyaman bi vî awayî vegot: "Em ji bo aşitiyê amade ne, lê em li dij xapandinê ne. Vê peyamê bi awayeke pir aşkere daye. Ez dizanim ku gel peyamên Birêz Ocalan baş dixwîne. "
Turk diyar kir ku tiştên pêk tên pêvajoyek dîrokî û guherîne û wiha pê de çû: “ Wekê ku Birêz Ocalan jî di nameya xwe de vekirî aniye ziman, ev dem ne dema ku mirov ji pêvajoyê dest berde ye. Berovajî vê pêşvebirina têkoşînê ye. Ez dixwazim hinekî nêrînên xwe yên kesane bînim ziman. Di esasa xwe de ji îro şûn de barekî giran dikeve ser milê siyasetmedar û gelê kurd. Ger ji îro şûnde polîtîkayeke rast û têkoşîneke hevpar bê meşandin, ev dê piştgiriyeke mezin bide pêvajoyê. Lê ger ku kurd bikevin rehaveteyê û bêjin Ocalan pêvajo daye destpêkirin û em jî temaşe bikin dê demê emê gelek tiştan wenda bikin.
Bê guman em bi hêvî ne, ez dixwazim wisa bêjim; Ev destpêkek e. Niha vê ev rastir derdikeve holê. Li cîhanê gelek mînakên wisa hene; Dema mirov li tecrubeyên Îrlanda û Efrîkaya Başûr dinêrin, li holê nîqaş çêbûne, bê bawerbûn derketine holê. Lê her ku pêvajo kûr bûye û her aliyan dîtiye ku paşve gav nayê avêtin, ketine nava nîqaşên gelek cidî. Ligel me jî her ku pêvajo pêşve biçe em dê pêvgavên cidî bibînin.
RÎSKA AŞTIYÊ JÎ ŞER JÎ HEYE
Turk îşaret bi wê yekê kir ku divê fikar û tirsa gelê kurd normal bê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Carna karwan di rê de rêz dibe. Ez di vê hêviyê de me. Lê divê em ji bîr nekin ku şer rîske, aştî jî rîske. Ez weke kes dibînim ku tiştekî kurd wenda bikim tune ye.Kurd li vir deriyê demeke nû jî vedikin. Divê mirov tenê rawestandina xwîna kurd-tirkan nenêrin. Li Rojhilata Navîn deriyê pêvajoyeke nû vedibe. Îro li her çar parçeyên Kurdistanê gelê kurd tevli pêvajoya guherînê dibe û ev jî ji bo guherîna demokrastîk a Rojhilata Navîn gelek girîng e.”
Turk destnîşan kir ku piştî peyama Ocalan kesên ku dixwazin têkoşîna kurdan wek terorîzmê nîşan dbibin dê ev gelek bikevin zehmetiyê û wiha got: “Aliyê kurd rîskê digire, lê israra polîtîkayên deweltê yên ji berê de tên, dê li ber çavê cîhanê li hemberî kesên aliyê dixwazin bibin alî.”
Turk anî ziman ku divê di dema nû de giraniyê bidin dîplomasiyê û hem bi DYA û hem jî YE’ê re xebatn bi hêz yên dîplomasiyê bidin meşandin. Turk wiha got: “Berê bi sedhezaran kes dadiketin qadan, ev ji aliyê raya gitşî ya cîhanê û Tirkiyeyê ve nedihat dayîn. Ev terorîze kirin û sivik didîtin. Lê niha dema mîlyonan li ser piyan dibînin, têkoşîna mafdar dibînin.
KESÊN LI DIJ AŞTIYÊ DIVÊ BÊ DEŞÎFREKIRIN
Turk bal kişand ser rola CHP’ê û wihagot: “Ger ev piştgiriyê bidin vê pêvajoyê dê pêla aştiyê bi hêz bibe û ger li dijî vê derkeivn jî dê di nava vebalê dîrokê de bimînin. Di vê mijarê de divê rewşenbîrên kurd û tirk xwe rast bi rêxistin bikin û kesên li dijî vê daxwazê derdikevin deşîfre bikin.”