Ahmet Turk: Rêya Ocalan rêya me ye

Ahmet Turk: Rêya Ocalan rêya me ye

Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk di Newroza Amedê de piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser rêya Ocalan biçin.

Hevserokê Giştî yê KCD’ê Ahmet Turk got: “Newroza gelê Kurd û gelê Amedê pîroz be” û wiha domand:

"Di dîroka me ya Rojhilat Navîn de Newroz rojek bi rûmet  e, rojeke nû ye, dirûşimeke nû ye, roja azadî û berxwedanê ye."

Ahmet Turk binê wê yekê xet kir ku gelê Kurd ji bo aşitiyê xebat û hewldaneke mezin dike û got: “Rêya Ocalan rêya me ye. Siyaseta wî siyaseta me ye.”