Piştî ku Kurdan li Rojavayê Kurdistanê gelek bajar bi dest xistin, cihek berfireh di çapemeniya navneteweyî de girtin. Ajansa nûçeyan a Çînê Hinhua nivîsand ku aktorê herî xurt ê Sûriyeyê Kurd in, rojnameya Rûs Îzevtiy jî bi bîr xist ku Kurda bê pevçûn gelek herêman bi dest xistin.
Ajansa Nûçeyan a Çînê Hinhua bal kişand ser pêşketinên li Rojavayê Kurdistanê û diyar kir ku aktora herî xurt li Sûriyeyê Kurd in. ajansê got; “Kurdên Sûriyeyê di krîza li welêt de pozîsyona herî bi hêz girtin” û wiha domand; “Civaka Kurdan li Sûriyeyê di van demên dawiyê de behsa pirsgirêkên xwe yên neteweyî dikin û daxwaza mafên xwe dikin. Lê di nava vê krîzê de weke aktorek herî xurt ji nava krîza li Sûriyeyê de derket. Mirov dikare bêje Kurd ji bo pêkanîna xeyalên xwe ketin nava liv û tevgerê.”
Ajansê diyar kir ku nunrên Kurdan ku nexwestin navên xwe aşkere bikin, ragihand ku Kurdan di van demên dawiyê de ji Dêrikê dest pê kirin û herêmên Kurdan xistin bin kontrola xwe, li van herêman Ermenî, Ereb, Asûrî û Keldanî jî dijîn.
Yek ji rayedarên Partiya Yekitiyê, diyar dike ku piştî hilweşandina rejîmê, dê Konseya Neteweyî ya Kurdan dest bi gotûbêjkirina mekanîzmaya rêveberiyê bikin. Ajansê bi bîr xist ku çavkaniyên petrolê yên Sûriyeyê li herêmên Krudan in û ev yek jî dê ji bo hikûmeta Şamê zor be ku biryareke polîtîk bide. Ajans dinivîsîne ku dibe destûra vê yekê nede jî û wiha didomîne;
“Hin çavdêr dibêjin hemjara Kurdan ji sedî 15’yê welat e, ya ji bo Kurdan ne muxalîf e, ya ji bo wan girîng ew e ku herêma xwe kontrolê bixin destê xwe. Ji bo rejîma nû ne girîng e, ji bo wan a girîng ew e ku Kurd xwe bi xwe bi rêve bibin.”
ÎZVESTÝYA: KURDAN HERÊMÊN PETROLÊ BI DEST XISTIN
Konstantin Volkov di nivîsa ji bo yek ji rojnameyên mezin ên Rûs Îzevstiy re nivîsand de îdîa kirk u herêmên petrol lê ne ketine destê Kurdan.
Rojanemeyê nivîsand ku Kurdên ku dixwazin bi awayeke wekhev mafên hemû gelên li Sûriyeyê bên dayîn ji bo wan jî bên dayîn û daxwaza avakirina otonomiyê dikin, herêmên li bakûr û rojhilatê Sûriyeyê bi dest xistine. Her wiha balê dikişînin ku Kurdan bê şer û pevçûn ev herêm girtine.
Rojname di nivîsê de cih dide nêrînên yek ji endamên Tevgera Saziyên Kurdan Ridwan Elî Behdînî û yên bi awayê; “Hikûmet niha xwe ji bajaran vedikişîne. Em jî alîkarî didin gelê wê derê ku bikare ji xwe re rêberiyekê ava bike. Her tişt niha bi aramî dimeşe. Heta niha tu pevçûnek bi muxalîfên çekdar ên li wê derê û artêşa Sûriyeyê re çênebûne.”