Ajokarê ambûlansê yê birîndar bû, behsa êrîşa çeteyan kir
Ajokarê ambûlansê yê birîndar bû, behsa êrîşa çeteyan kir
Ajokarê ambûlansê yê birîndar bû, behsa êrîşa çeteyan kir
Ajokarê ambûlansa Heyva Sor a Kurdistanê ku di êrîşa çeteyan a li nêzî Serêkaniyê de bi birîndarî rizgar bû, anî ziman ku ew bi şansê ji êrîşê rizgar bûye. Piştî êrîşa ku di encamê de ajokarê duyemîn û hemşîreya li ambûlansê jiyana xwe ji dest da, YPG'ê dest bi operasyonê kir û di encamê de 6 endamên çeteyan hatin kuştin.
Di encama êrîşa çeteyan a duh serê sibê ya li Serêkaniyê de, welatiyek li ser rêya Til Xelefê ji ber avêtina topê birîndar bû û li ser vê yekê ambûlanseke Heyva Sor a Kurdistanê ew rakirin nexweşxaneya li Qamişlo. Lê belê ambûlans dema vedigeriya Serêkaniyê rastî êrîşa çeteyan hat û di encamê de ji ajokaran Suleyman Cemîl û hemşîre Xebat Fermê jiyana xwe ji dest dabû.
Ajokarê ambulansa Heyva Sor a Kurd Ebdulreza Ehmed Qewas ku dema welatiyên birîndar ji Serêkaniyê anîn Qamişlo û vedigeriyan bajêr di rê dê rastî êrîşa komên çete hatin û birîndar bû êrîşa hovane ji ANHA’yê re vegot. Ehmet Qewas ku niha li nexweşxaneya Qamişlo tê dermankirin, destnîşan kir ku di êrîşên komên çete yên li ser bajarê Serêkaniyê, hinek welatî di encama topbaranê de birîndar bûn. Qewas, got ku wan jî welatiyên birîndar rakirine nexweşxaneyên Dirbêsiyê û Qamişlo, piştre jî ber bi Serêkaniyê ve derketine rê.
Qewas, berdewama bûyeran wiha vegot: “Di vegerê de dema em gihîştin benzînxaneya Şêx a di dinavbera gundên Esebiyê û Bab El-Ferec de ya li ser riya Serêkaniyê, me kîsek li rexê rê dît. Dema em nêzîk bûn teqiya. Di dema teqînê de min xwe di cama ambulansê de avêt. Piştî teqînê komên çekdar em gulebaran kirin. Dema min xwe avêt, perçeyên caman li stuyê min ketin û ez birîndar bûm. Hevalên min şehîd ketin. Piştî gulebaranê malbatek ereb hat cihê bûyerê û ez birim navendek YPG’ê ya li nêzî herêmê. Wan jî ez anîm Qamişlo.”