Akademiya 3. a Şoreşê
Akademiya 3. a Şoreşê
Akademiya 3. a Şoreşê
Li Rojava, bi tenê şerê li dijî çeteyan nîne. Ji perwerdeyê heta zanistê, ji dibistanê heta malê jiyana civakî ji nû ve tê avakirin. Lingê herî girîng ê vê avakirinê jî akademî ne. Şoreş, beriya çend rojan bû xwedî akademiya xwe ya sêyemîn; Akademiya Dîrok û Civaknasiyê ya Mezopotamya.
Şoreşa Rojava di dema şer de akademiyan çêdike. Li dû akademiyên hiqûq û ziman, akademiya dîrok-sosyolojiyê jî dest bi perwerdeyê kir.
Avahiya ku di dema rejîmê de fakulteya zîreetê bû, veguherî Akademiya Dîrok û Civaknasî ya Mezopotamya. Sinif hatin amadekirin, odeyên xwendekar lê perwerdeyê bibînin hatin amadekirin, pirtûkxane hatin avakirin. Her tişt di nava xizaniyeke mezin de hatin amadekirin.
Akademiyê bi 30 xwendekaran dest bi perwerdeyê kir. Sîstema perwerdeyê bi 3 dewreyan hat plankirin.
Di dewreya yekemîn de wê dersên civaknasî û dîrokê bi hev re bê dayîn. Di dewreya duyemîn de wê bi giranî li ser dersên qadê bê rawestîn. Dewreya sêyemîn jî dewreya proje yanî xebata qadê ye.
Zimanê perwerdeyê Kurdî ye. Lê belê çavkanî bi Erebî ne. Armanc ew e ku çavkanî jî heta sala pêş bi Kurdî bê wergerandin.
Ednan Hesen ê di xebatên avakirina akademiyê de cih girt, xebatên amadekariyê û armancên akademiyê vegot.
XWENDEKAR ELEQEYEKE MEZIN NÎŞAN DIDIN
Hesen diyar kir ku gelek xwendekaran serî li akademiyê dane. Li gorî agahiyên Hesen dane, beşeke mezin a xwendekaran, yên perwerdeya xwe ya zanîngehê nîvco hiştine. Hesen ragihand ku bi hevpeyvînê re ew serlêdanên xwenedekaran dinirxînin û got, "Ji asta agahiyê wêdetir, li gorî çanda giştî, hêza analîzê û afîrneriya ramanî, biryar li ser serlêdanan tê dayîn."
Di destê akademiyê de mufredateke amade nîne. Ednan Hesen got, "Ev xebat di heman demê de wê bibe xebateke mufredat."
Ednan Hesen bal kişand ser pêvajoya ji nû ve avabûnê ya li Rojava dewam dike û got, "Em hemû qadên jiyana civakî ava dikin. Ji ber vê yekê pêwîstî bi kadroyên xwedî wesif heye. Pêwîstî bi kadroyên ku ji aliyê zanistî ve vê pêvajoyê bimeşîne heye. Li gel vê, herî zêde pêwîstî bi kadroyên ku pêşengiyê ji qada perwerdeyê re bike, heye. Em dixwazin li vir kadroyên xwedî huner û wesif amade bikn. Li vir wê hîndekar bên amadekirin, ne mamoste."
Îdîaya akademiyê gelekî mezin e; li gel kadroyên pêşeng ên perwerdeyê dixwaze projeyeke zanistiya civakî biafirîne.
Ednan Hesen di wê baweriyê de ye ku qutbûna têkiliya navbera sosyolojî û zanyariyên dîrokê divê ji holê bê rakirin û got, "Sosyolojîkirina dîrokê, dîrokkirina sosyolojiyê."
ZAYNARIYEKE NÛ YA CIVAKÎ
Hesen zanyariyên civakî weke çavkaniya hemû zanyariyan bi nav kir û destnîşan kir ku armanca hemû zanyariyan xizmeta ji civakê re ye. Hesen got, "Lê belê di roja îro de veguherandine qadeke li derveyî xizmeta ji civakê re. Perwerde û zanistî di rewşa heyî de çiqasî xizmetê ji rastiay civakî dikin? Ev mijar divê bê lêpirsîn. Em li vir bi tenê zanistiyên civakî hîn nakin, em projeyeke nû ya zanistiya civakî diafirînin."