Akademiya Şehîd Rustem Cûdî dewreya hêzên asayişê bi dawî kir
Akademiya Şehîd Rustem Cûdî dewreya hêzên asayişê bi dawî kir
Akademiya Şehîd Rustem Cûdî dewreya hêzên asayişê bi dawî kir
Akademiya Şehîd Rustem Cûdî ya hêzên Asayîşê li herêma Kobanê, dewreya nû ya perwerdeya hêzên Asayîşê piştî 20 rojan bi dawî kir.
Akademiya Şehîd Rustem Cûdî ya hêzên Asayîşê li herêma Kobanê, dewreya nû ya perwerdeya hêzên Asayîşê bi tevlîbûna 27 endaman destpê kiribû, dewreya bi navê dewreya “Şehîd Qewas” piştî 20 rojan bi merasîmekê bi beşdariya malbatên endaman bidawî bû.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Endamê rêvebiriya giştî ya Asayişa Kobanê Feyad Şahîn di merasîmê de axivî û da zanîn pêdiviya herêmê bi endamên parastinê yên pispor heye, lewma ew hewil didin ku perwerdeya hêzên asayişê pêşbixin. Piştre endamên dewreyê soz dan ku bi hemû derfetên xwe kar û barên ewlehî û parastina herêmê pêk bînin. Piştî sozdayînê bawername li endaman hatin belav kirin.