Akat: Dê gelê me ji Enqereyê re peyamek xurt ya siyasî bişîne
Akat: Dê gelê me ji Enqereyê re peyamek xurt ya siyasî bişîne
Akat: Dê gelê me ji Enqereyê re peyamek xurt ya siyasî bişîne
Meclîsa Jinan ya BDP’a Êlihê
têkildarî kongreya awarte ya BDP’a Êlihê civîna gel li dar xist. Di civînê de
Parlementer Ayla Akat xwest gelê Êlihê bi girseyî beşdarî kongreyê bibe ku
peyamek xurt ya siyasî ji ew kesên ku fermana operasyonan didin, bişînin.
Meclîsa Jinan ya BDP’a Êlihê, têkildarî kongreya awarte ya BDP’a Êlihê ku dê di
3 Sibatê pêk were, li salona dawetê ya taxa Baglarê civîna gel li dar xist. Di
civînê de Parlementera BDP’ê ya Êlihê Ayla Akat, endamê meclîsa jinan û bi
sedan kes amade bûn. Jinên ku bi kincên herêmî beşdarî civînê bûn, ji bo
bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz girtin
û dirûşmên “Şehîd namirin” qîr kirin.
Di civînê de Parlementera Êlihê Ayla
Akat axivî; têkildarî pêvajo û kongreyê de agahî da. Akat da zanîn ku, dema ew çûbûn
Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevdîtin dikir, li Lîcê pevçûn
qewimî û di encamê de 10 gêrîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabû. Akat anî
ziman ku, piştî pevçûna Lîcê, li Çelê, Qendîl, Parîs û gelek deverên cûda
pevçûn û operasyon dewam kiriye û di van bûyeran de bi dehan kesan jiyana xwe
ji dest dane. Akat êrîşa ku li hemberî 3 jinên siyasetmedar ên Kurd li Parîsê
pêk hat, bi hevkariya hêzên navneteweyî pêk hatiye û komkujî wekî komploya
navneteweyî bi nav kir.
Akat destnîşan kir ku, meha yekemîn ya salê ji bo gelê Kurd bûye meha
komkujiyê. Akat da zanîn ku, ew bejna xwe li ber têkoşîna her sê jinên Kurd
ditewîne û got ew dê wekî jinên Kurd ala têkoşîna hevalên xwe li cihê maye dê
hildin û vê alê bilind bikin.
‘JIBER KU EM GELIN Û EM MAFDARIN'
Akat bal kişand ser operasyonên siyasî û bibîr xist ku ji ber operasyonan niha
li Êlihê ji bilî 2 kesan tu kes di rêvebiriyê de nemaye. Akat wiha got: “Ji ber
ku em em gelin û em mafdarin. Kes nikare vîna me bigire. Em di salên 1990’î de
dihatin qetilkirin. Lê niha jî bi operasyonê siyasî dixwazin me biçewisînin. Lê
îro dewlet winda kiriye. Tiştek wisa qet ne pêkane ku em xilas bibin.” Akat anî
ziman ku, kongreya ku dê li dar bixin kongreyek dîrokî ye û diyar kir ku, gelê
Êlihê bi beşdarbûna girseyî ya kongreyê dê peyamek xurt a siyasî bişîne
Enqereyê ji bo kesên ku fermana operasyonan didin.
Piştî civîna li vir, bi heman armancê li Mala Gel ya Mehmet Sîncar a li Taxa
Perolkentê jî civîn bi welatiyên taxê re hate girtin.