AKP'ê dest bi belavkirina koliyên hilbijartinê kir

AKP'ê dest bi belavkirina koliyên hilbijartinê kir

AKP, rêbaz û pêkanîna ku di her hilbijartinê de serî lê dide, beriya hilbijartinên herêmî yên 2014'an jî da destpêkirin. Ji bo welatiyên serî li Serokatiya AKP'ê ya Bajarê Wanê didin, bi koliyan erzaq tê dayîn.

Rêbaza herî mezin a hilbijartinan a AKP'ê, belavkirina qût, komir û kinc e ku demeke kurt beriya hiblijartinên herêmî jî dest bi heman pêkanînan kir. Ji bo welatiyên serî li Serokatiya AKP'ê ya Bajarê Wanê didin, bi koliyan erzaq tê dayîn.

"DIVÊ POLÎTÎKAYÊN CIVAKÎ RÛMETA MIROVAN NE ÊŞÎN IN"

Der barê mijarê de Alîkarê HevserokêBDP'ê yên Wanê Azîm Yacan peyivî û destnîşan kir ku divê polîtîkayên civakî bi awayekî ku rûmeta mirovan ne êşîn in, bên kirin. Yacan diyar kir ku di şûna çareseriyên mayînde de bi alîkariya ji pakêtan, pêşî li xizaniyê nayê girtin û anî ziman ku ev yek ji destpêkê ve karekî AKP'ê yê ji bo hilbijartinê ye.

"AKP XIZANIYÊ ÎSTÎSMAR DIKE"

Yacan ragihand ku AKP di mijara têkoşîna li dijî xizaniyê de ji dil nîne û diyar kir ku ji bo xizanî bi dawî bibe divê beriya her tiştî pirsgirêka Kurd çareser bibe. Yacan got, "Niha butçeya herî mezin ji şer re, ji TOMA'yan re, ji gaza îsotê re tê veqetandin. Eger ev pere li projeyên ji bo tinekirina xizaniyê bikara xerckirin, dê pêwistî bi van alîkariyan nema. Tu derdekî AKP'ê yê xizaniyê nîne, berevajî xizaniyê îstîsmar dike û hewl dide jê dengan peyda bike. Çiya, kevir, av her tiştî dixe bin xizmeta sermiyanê. Hindikayek her roj dewlemnd dibe, beşa mezin a civakê jî roj bi roj xizan dibe."

"GELÊ KURD DÊ LI SINDOQÊ BI AWAYEKÎ XURT BERSIVÊ BIDE VAN POLÎTÎKAYÊN AKP'Ê"

Yacan der barê alîkariyên AKP'ê yên komir û qûtê de bang li welatiyan kir û got, "Divê gelê me ji bîr neke ku ev yek karekî ji bo hilbijartinê ye. Pêwîste destûrê nede AKP'ê ku wan îstîsmar bike. Gelê Kurd parsek nîne, gelê Kurd gelekî bi rûmet e. AKP bi van polîtîkayên xwe re Kurdan biçûk dixîne, em destûrê nedin vê. AKP wê di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de hemû derfetên dewletê bikar bîne. Tişta ku ev 10 sal in dike, dê dîsa bike. Lê belê gelê me dê li ser sindoqan bersiva herî xurt bide van polîtîkayên AKP'ê."