AKP ji bo hilbijartinan nasnameyê li penaberan belav dike

AKP ji bo hilbijartinan nasnameyê li penaberan belav dike

Li navçeya Mêrdîn Midyadê, hat ragihandin ku kampa penaberên ji Sûriyê ji aliyê tîmên taybet ve tê parastin û nasnameya TC li penaberan hatiye belavkirin. Midyadî diyar dikin ku ev yek ji bo hilbijartinan tê kirin.

Hat îdîakirin, ku ji penaberên Sûriyê yên li kampa li Taxa Işiklar a navçeya Midyadê tên ragirtin, mafê hemwelatiyê hatiye dayîn. Li gorî nûçeya DÎHA'yê, ji dikandarên li navçeyê H. Yûsûf Ay ragihand ku dewletê li dora kampa penaberan klûbeyên nobedê ava kiriye û tîmên taybet şev û roj li vir nobedê digirin. Ay diyar kir ku ji penaberên li vê derê re di heman demê de mafê welatîbûna Tirkiyê hatiye dayîn û got, "AKP mafê hemwelatiyê dide van penaberan ku di hilbijartinên herêmî yên 2014'an de dengê xwe bilind bike."

Ji dikandaran Cemal Înan jî ragihand ku ne normal e ji bo penaberan kampeke ewçend bi ewle hatiye çêkirin û got, "Li Wanê, piştî erdhejê bi sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan, gelek avahî xera bûn, mirov bê mal man, lê li wir hewldaneke mîna li vir nîne. Dewletê bajarê Wanê weke qada afetê jî îlan nekir. Lê li vir ji bo penaberên Sûriyeyî kampên taybet çê dike. Bi dîtina min, ev ji bo hilbijartinê ye."

DÎHA'ye ragihand ku daxwaza wan a ji bo çûyîna kampê jî bi sedema "endamên çapemeniyê nikarin biçin kampê" hatiye redkirin.