'AKP polîtîkayên mijûlkirinê dimeşîne'
'AKP polîtîkayên mijûlkirinê dimeşîne'
'AKP polîtîkayên mijûlkirinê dimeşîne'
Endama Çapemeniyê ya PAJK'ê Zinarîn Aydin da xuyakirin ku hikûmeta AKP'ê hewl daye pêvajoya çareseriyê bi gotin û rêbaza mijûlkirinê bimeşîne, lewma pêvajo xetimiye.Me biryara rawestandina vekişîna gerîla ya ji ber xemsariya hikûmet û dewleta Tirk a li pêşberî rêveçûna pêvajoya çareseriyê, ji endama Çapemeniyê ya PAJK'ê Zinarî Aydin pirsîn.
Tevgera Azadiyê çima biryara vekişînê sekinandin?
Ev biryar li ser esasê perspektîfa Rêbertî ya ku ji bo siyaseta demokratîk pêşbikeve hatibû destpêkirin. Li ser vê perspektîfê jî biryara vekişînê hate girtin. Tevgera Azadiyê nêzikatiyek pir samîmî nîşan da. Ji bo serketina vê biryarê jî sekna xwe ya bi îddîa jî da nîşandan. Ji xwe gavên destpêkê jî hatin avêtin. Lê ji aliyê dewletê ve ti gav nehate avêtin. Di vê pêvajoyê de pêwîst dikir ku her du alî jî gavan bavêje. Dewleta Tirk demeke dirêj e polîtîkayên mijulkirinê dide meşandin. Bi axaftinan nerm dikin, sozan didin lê pratîkî ti îcraat nîne. Herî zêde gelê Tirk ji bo vê pêvajoyê bi xwestek bû, nêzîkbûnek pir germ nîşan da. Ji ber vê yekê jî hikûmeta AKP herî zêde raya giştî ya Tirk dixapîne. Bi daxuyaniyên xwe, bi gotinan milet mijul dike. Em mêze bikin di vê pêvajoyê de amadekariyên pir mezin ên çêkirina qereqolên nû tê kirin. Balafirên şer û yê keşfê li ezmanê Kurdîstanê kêm nabe. Ew çi xwesteka aşitiyê ye? Di hundir de jî êrîş li gel tên kirin. Van jî nîşan dan ku AKP li hember vê pêvajoyê durust nîne. Sedemên vê yên derve jî hene. Di vê pêvajoyê de me dît ku AKP bi tena serê xwe ne dikare biryara şer bide ne jî ya aşitiyê bide. Di vir de bandora planên DYE yê li ser Rojhilata Navîn jî hene. Dixwestin bi planên tinekirinê tevgerê bê bandor bihêle û li heremê wekî dixwazin xwedî maf bin. Dewletên derve bi van planan him dixwaze dewleta Tirkiyê lewaz bike him jî Tevgera Azadiyê. Hêzên heremê dixwazin bi hev re bidin şer kirin û bi du hêzên lewaz jî bikar bînin. Di vî şerî de hêza ku herî zêde zirar dibîne yek jî dewleta Tirkiyê ye. Rêbertî balkişand kişand ser vanan jî. Çawa ku xwestin bi komploya sala 1999’an re planekî tasfîye pêş bixin di vê pêvajoyê jî dixwestin heman tiştî pêkbînîn. Lê pêşdîtîna mezin a Rêbertî ew komplo jî vala derxist. Dewletên derve ti caran naxwazin di navbera gelên Rojhilata Navîn de aramiyek çêbibe. Eger li herêmê aramî derkeve holê, derfetên wan ên derketina herêmê namîne. Rêveberiya niha li Tirkiyê li gorî berjewendiyê gelê xwe jî tevnagere. Tevgera wan herî zêde zerarê dide civaka wan. Pirsgirêk ne tenê pirsgirêka gelê Kurd e. Nêzîkbûna dewleta Tirk li ser esasê pêvajo sabote kirinê ye. Tevger her çiqas li hember nêzîkbûnên wisa bi sebr nêzîk bibe jî bê helwest namîne. Eger em behsa aşitiyê bikin divê ji aliyê herdu milan de jî gav werin avêtin.
Heyeteke BDPê herî dawî çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd re hevdîtin pêk anî. Birêz Ocalan destnîşan kir ku divê bi formateke nû hevdîtîn berdewam bikin. Mebesta gotina formateke nû çi ye?
Hikûmetê xwest vê pêvajoyê bi gotinan bide meşandin û mijul bike. Lê pêwîst dike ku ji gotinan zêdetir hikûmet gavên şênber bavêje. Rêbertî ji bo vê dibêje rêbazên hîn kurtir û hîn nûtir divê bikarbînin. Erdogan heya niha her digot ez pakêta demokrasiyê amade dikim. Kes jî nizane di nav vê paketê de çi heye. Erdogan bi tena serê xwe amade kiriye. Temsîla gelên din nake, temsîla civakê di nav de nîne. Di vir de nêzîkbûnek xapînok heye. Ji vir şun de divê nîqaşên tên kirin bigehêje avabûnekî û hêza kirinê ya encamê nîqaşan tên kirin hebe. Mînak pêwîst dikir AKP wek nûnerê gelê kurd bi BDP re hevdîtinên periyodîk pêş bixista. Rêbertî behsa 3 pêvajoyan dike. Wan çi kirin, evher sê pêvajoya li gorî xwe nirxandin. Dema dibêjin pêvajoya 3 emîn. herkes biçe mala xwe û normal bijîn. Tuyê bêjî qey normalbûn ew e. Lê armanc ewe ku herkes bikaribe di nav siyasetê de cihê xwe bigre û bi riya siyasetê bikaribe xwe îfade bike. Tekoşîna siyasî wekî mafekî xwezayî were naskirin.
Di nav vê paketê de divê gelê Kurd wek neteweyekê mafê xwe yê jiyana bi çanda xwe re, perwerdeya bi zimanê xwe, siyaseta bi rengê xwe cih bigire.
Li Rojavayê Kurdistanê gelê Kurd xweseriya xwe avad ike. Lê çeteyên wek el –Nûsra êrîşî gelê Rojava dike û dewleta Tirkî jî pir vekîrî piştgîrî dide van êrîşan. Armanca dewleta Tirkî ji vê şerî çiye?
Armanca dewleta Tirk gelek diyar e. Li Rojava avabûnekî xweser nayê pejirandin. Gelê Rojava bi salan bi keda Rêbertî hatiye perwerdekirin. Bi salane bi felsefeya Rêbertî têkoşîn didin meşandin. Piştî 2011 gelê Kurd dest bi şoreşê kir. Li wir Xweseriya Rojavayê Kurdistanê tê rêxistinkirin. Gelê me qehremantiyek bêhempa, berxwedanekî pir mezin dide nîşandan û şoreşa Rojava gihişt astekî. Dewleta Tirk ne ku avabûnekî kurdan naxwaze, zêdetirîn ew dixwazin dewlet jî pêk were. Ancax naxwazin avabûnekî li ser esasê vîna gel pêk were. Eger avabûna dewletê pêk were hêzên derve dikarin bidin meşandin, bidin bi rêve birin. Lê vîn a gel be nikarin wekî ku dixwazin dest bavêjin. Dixwazin li Rojava li ser esasê netewperestiyê avabûnek pêk were. Ji bo vê jî ewqas li ser Rojava êrîş tê kirin. Naxwazin gelê kurd li ser esasê xeteke azad, demokratîk û felsefa Rêbertî tevger bike û rêxistina xwe ava bike. Li Rojavayê Kurdistanê şerekî bîrdozî tê meşandin. Tirkî jî dixwaze gelê Rojava bihincirîne. Em bimeyzînin ew çetana hemu jî ji aliyê Tirkî ve dikevin Rojava û piştgiriya xwe ji arteşa Tirk digrin. Ji muhîmmat bigre heta cihê perwerde dîtînê jî artêş van çeteyana rêxistin dike û dişîne Rojava. Ew bi belgeyan jî hatiye piştrast kirin. Li hemu cîhanê ciwanan bi navê cîhatê dixapînin û dişînin Rojava. Li ser çeteyên hatine kuştin nasnameya welatên cur be cur derket. Dewletên derve bi rêxistinên El Kaîde dixwazin gelên Rojhilata Navîn lewaz bikin. Ev rêxistin ol jî wek maskeyekê bikar tînin. Lê terorê dimeşînin. Kiryarên ku dikin ji wehşet zêdetir ne tiştekî din e. Ew rêxistinanan heqareta herî mezine ji ol re dikin. Di exleqa ol de tiştekî wisa nîne. Kesên ku bi ol ve girêdayîne divê wan rêxistinana wek heqaretekî ji bo îslamê jî bibînin û li hember van rêxistinan divê têkoşîn bikin. Di exleqa îslamê de tecawûz nîne, kuştina sîvîlan nîne. Mînak dibêjin tecawûza jinên kurdan helal e. Ol ji xwe re dikin amur. Îslamiyet nirxekî civakî ye û ji vê nirxê re ewqas heqaret kirin divê neyî pejirandin. Di televîzyonê de jî derket, bi maddeyên hişber li ser xwe diçin û wehşet pêk tînin.
Di dawî de hun dîxwazin çi bêjin, mesajê we em bigrin?
Pêvajoya Çareseriya Demokratîk ya ku Rêbertî daye destpêkirin, pêvajoyekî ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn gelek girîng e. Rêbertî di vê pêvajoyê de pir bi israr e. Kedekî pir mezin jî dide ji bo ev pêvajo nexetime û bimeşe. Di hevdîtînên herî dawî de jî me dît ku Rêbertî hîn jî rêbazan pêşdixîne. Divê herkes bikaribe ji aliyê xwe de ji bo ev pêvajo ser bikeve û bi tendurustî bimeşe ji destê wan çi tê bike. Hemû kesên aşîtîxwaz, demokrat, ji vê pêvajoyê re tevlêbûna xwe xurt bike. Bi taybet ji bo ku ev pêvajo bi rengê jinê û bi keda jinê bixemile zêdetirîn rêxistinên jinan ya cur be cur jî beşdarî vê pêvajoyê bibe û bi jinên kurdan re di nav hevbeşiyekî de kar bike. Ji ber ku ev şer herî zêde zirar dide çanda jinê û nirxên ku jin avakiriye. Li hemberî vê divê jinên giştî yên Rojhilata Navîn di nav berxwedanekî de bin û bi hevbeş karbikin ku bikaribin zîhniyeta zilamsalar têkbibin. Li ser vê esasê em ji herkesî re serkeftinê dixwazin.