AKP û El Qaîde di heman wêneyî de
AKP û El Qaîde di heman wêneyî de
AKP û El Qaîde di heman wêneyî de
Şaredarê Serêkaniya ser xetê yê BDP'yî Îsmaîl Arslan, têkiliya AKP'yî û çeteyên El Nûsra, bi wêneyekî "rûken" raxist ber çavan. Arslan di civîneke çapemeniyê ya li Stenbolê de wêneyê di destê xwe de nîşan da û got, "Ev sûc e. Li otêl û malên polîsan, ev vehewandin. Hingî şerê bi PYD'ê re li holê nebû. Lê hînê ji sînor tên derbaskirin, tên xwedîkirin û parastin."
Meclîsa Aştiye ya Tirkiyê, der heqê bûyerên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê diqewimin de, li Salona Civînê ya Cezayîr a Taksîma Stenbolê, civîneke çapemeniyê lidar xist.
Di civîna çapemeniyê de Berdevkê Meclîsa Aştiyê ya Tirkiyê Hakan Tahmaz, Rojnamevanê Kurd ê Sûriyeyî Berzan Îso, Akademîsyen Erhan Kelleşoglû, penabera ji Rojava Fehîme Mûhammed Elî û Şaredarê Serêkaniya ser xetê Îsmaîl Arslan amade bûn.
Hakan Tahmaz mafê destpêkê yê axaftinê wergirt û got, "Li Misrê, darbeya leşkerî komkujiya herî hovane ya salên dawî dike. Mirovahî ezmûnên mezin dide. Yek ji van ezmûnan jî li Rojava tê jiyîn. Ev şer, bi awayekî cidî gefê li aştiya Tirkiyê dixwe."
Tahmaz da xuyakirin ku di demeke çarenûsa tevahiya welatên herêmê dibe yek de, helwesta Tirkiyê di mijara aştiyê de rê li ber pirsgirêkên cidî vedike û destnîşan kir ku nêzîkatiyek li hundur hewl dide pirsgirêka Kurd çareser bike, lê li derve hewl dide Kurdên li Rojava têk bibe, polîtîkayeke ne rast e û nayê meşandin.
DU MEXDÛRIYET HENE
Li dû axaftina Tahmaz, Şaredarê Serêkaniyê yê BDP'yî Îsmaîl Arslan mafê axaftinê wergirt û bal kişand ser êrîşên çeteyan.
Tahmaz weha peyivî: "Li holê du mexdûriyet hene. Di navbera me de rêyeke hesinî heye. Her topa li aliyê din ê xetê dikeve, bandorê li xizmên wan ên li vî aliyê xetê dike. Wekî din, fîşekên pengizîn an jî fîşekên bi armanca provokasyonê hatin teqandin, li vî alî 4 kes kuştin û rê li ber birîndarbûna gelek welatiyan vekirin. Li navçeyê, ti dikan nemane fîşek le neketine. Eniya El Nûsra guleyan li navçeyê direşîne. Hîn beriya du rojan, guleya karnasê li odeya veterînerên me ket. Ji çar miriyan 2 jê Ereb, 2 jê jî Kurd in."
EV SÛC E
Arslan da xuyakirin ku hewl tê dayîn di navbera gelan de rewşeke şer bê afirandin û got, "Li Serêkaniya ser xetê, her Erebekî birînda dibe li hemberî Kurdan dibe xwedî hêrs, her Kurdê birîndar dibe bi hêrs li Ereban dinêre." Arslan di axaftina xwe de bal kişand ser wêneyekî di destê xwe de û wêneyê tê de Bernamzetê Şaredariyê yê AKP'ê, AKP'yî û endamên El Nûsra li gel hev poz dane, nîşan da û got, "Ev sûc e. Ev li otêlan, li malên polîsan hatin vehewandin. Hingî şerê bi PYD'ê re li holê nebû. Lê hînê ji sînor derbas dikin, li hin deveran wan xwedî dikin û diparêzin. Niha Serêkaniya ser xetê êşa pevçûna Ereb-Kurdan dijî, dinale."
YÊN SILAVÊ DIDIN PYD'Ê DÎL DIGIRIN
Rojnamevanê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Berzan Îso jî, çavdêriyên xwe yên li ser Rojava ragihand. Îso got, "Li Til Xelef 20 hezar Kurd dijiyan, diman. Dor li vî gundî girtin û êrîş kirin. El Nûsra zextê li gel dike ku ji gund koç bikin, wan dikujin. Em aqûbeta dîlgirtiyan nizanin."
Îso diyar kir ku rejîm li hemberî komên El Qaîdeyî bêdeng dimîne û got, "Bi sedan mirov, bi tenê ji ber silav dane PYD'ê dîl girtin. Piraniya van jî radestî dadgehên şerîatê kirin."
Îso ragihand ku çapemeniya Ereb jî, zêdebûna pevçûnên demên dawî bi bahaneya "projeya cihêkar" a Kurdan û PYD'ê rave dike û got, "Ev bahane, ji kiryarên El Nûsra xerabtir e. Ji bo şerê Ereb-Kurdan derxînin, çi ji destê wan tê dikin."
BIRÇÎBÛN Û TIRS
Penabera Rojavayê Kurdistanê Fehîme Mûhammed Elî ku beriya 9,5 mehan ji ber êrîşan ji Rojava derbasî Serêkaniya ser xetê bû got, "Weke jinên Kurd, me gelek tişt ji destê rejîma Esad kişandin. Bi taybetî jî di warê aborî de. Ji bo jinan ne huner hebû ne jî zîreet. Gelek mirov bê nasname bûn. Zarokên me bi salan bê nasname man. Îro jî, li Rojava jin û zarok xwe bi rêxistin dikin."
Elî got, "Weke gelê Serêkaniyê, me gelek mirovên ji cihên cûda hatin li mala xwe vehewandin, me xwestin her tiştên xwe bi wan re parve bikin. Rejîmê ji bo van mirovan ti tişt nekir. Li gel hemû kêmasî û pirsgirêkan jî, me ya di destê xwe de bi wan re parve kirin. Ji bo em dengê xwe ji rejîmê re bidin bihîst, em daketin qadan."
Elî got, "Êdî hêdî hêdî sîmsariya jinan derket holê. Alîkarî her diçe kêm dibe. Gelê Serêkaniyê êdî dixwaze em ji vê derê biçin. Em di nava birçîbûn, tirs û xizaniyê de ne."
DIVÊ ALÎKARIYA JI BO ROJAVA ÊDÎ BI DESTÊ DEWLETÊ BÊ KIRIN
Akademîsyen Erhan Keleşoglû li civînê peyivî û got, "Drameke mirovahiyê tê jiyîn. Têkoşîna navbera hêzên emperyal ên li qada navnetewî, Rojhilata Navîn veguherand qada şer. Mîxabin ew dewlemendiya mezin a di binê Rojhilata Navîn de heye, mîna bombeyekê li gelan vegeriyaye."
Keleşoglû got, "Di dema gotûbêj û hevdîtinan de, li derve hiştina PYD'ê nayê qebûlkirin. Divê hikûmet têkeve nava hewldaneke cidî. Pêwîste alîkariya ji bo Rojava êdî yekser bi destê dewletê bê kirin."
Keleşoglû axaftina xwe weha dewam kir: "Mirovên li herdu aliyên sînor, xizmên hev in. Ev sînorê navbera gelan, ji aliyê hêzên emperyal ve hatin xêzkirin. Divê em li rêya aştiya navbera gelan bigerin. Weke gelên Tirkiyê, divê em piştgiriya xwe xurtir bikin û çareseriyê ji hikûmetê re nehêlin."