Aktaş: Herêma tampon wê encamên giran bi xwe re bîne

Aktaş: Herêma tampon wê encamên giran bi xwe re bîne

Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş destnîşan kir ku pêkhatina "herêma tampon" a di rojeva hikûmetê de ye, ne tenê ji bo gelê Kurd wê ji bo tevahiya gelên herêmê encamên giran bi xwe re bîne û got, "Divê dewleta Tirk hikûmeta xwe ya li Rojhilata Navîn bi hikûmeta nû re di ber çavan re derbas bike."

Hikûmeta AKP amadekariyan dike ku li ser sînorê Rojava "herêma tampon" ava bike. Tê payîn ku pêşnûmeya ji aliyê Serokatiya Daîreya Tevgerê ya Fermandariya Giştî ve hatiye amadekirin, hem pêşkêşî hikûmetê hem jî Desteya Ewlekariya Millî ve bê kirin. Li gorî agahiyên di medya Tirk, herêma tampon wê ne tenê ji aliyê Artêşa Tirk ve bê avakirin, wê hêzên navneteweyî yên bi pêşengiya DYA cih bigirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan der barê mijarê de daxuyaniyek da û got, "Aliyê teknîkî yê vê yekê, karê hêzên çekdar e. Hevdîtinên bi wan re dewam dikin. Wê bi berfirehî diyar bikin ku pêwîstî bi vê heye yan na, eger hebe li ku derê bê çêkirin. Wê vê bînin pêşiya me, em ê jî bêjin di cih de ye yan na."

Amadekariya mijara gotinê ku ji aliyê Serokkomar ve jî hat piştrastkirin, ji niha ve rastî nerazîbûnan hat. Parlamenterê Serbixwe yê Wanê Kemal Aktaş da xuyakirin ku herêma tampon wê pirsgirêkên nû bi xwe re bîne û bang li hikûmetê kir ku polîtîkaya xwe ya li ser Rojhilata Navîn ji binî ve di ber çavan re derbas bike."

'ÇARESERIYA PIRSGIRÊKAN DERENG HAT XISTIN'

Aktaş ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku çareseriya pirsgirêkên dîrokî yên li Rojhilata Navîn komî ser hev bûne, dereng hatine xistin û got, "Li hemberî vîna gelan, bi mejiyê netewe dewletê li Rojhilata Navîn sînor hatin danîn. Di çend salên dawî de baştir hat dîtin ku ti alternatîfa vîna gelan li derve dihêle, çareseriyê nîne."

Akbaş bal kişand ser rewşa şer a li Rojhilata Navîn û got, "Pirsgirêka Kurd û pirsgirêka Filistînê, pirsgirêkên herî bingehîn ên Rojhilata Navîn e." Aktaş bibîr xist ku DAIŞ rêxistineke ji aliyê hêzên navneteweyî ve tê fînanse û destekkirin e û bal kişand ser desteka Tirkiyeyê ya ji bo van çeteyan.

'BI TRENAN SEWQIYAT TÊ KIRIN'

Aktaş wiha axivî: "Ji bo merasîma cenazeyê ciwanekî di dema berxwedana li hemberî êrîşên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, em li Kobanê bûn. Li gorî agahiyên gundiyan dan, trenên ji aliyê Tirkiyeyê ve derbas bûn, li cihên stasyon lê tineye sekinîn û çek û alavên leşkerî ji DAIŞ'ê danîn.

Pêwîste dewleta Tirk polîtîkaya xwe ya li ser Rojhilata Navîn bi hikûmeta nû re di ber çavan re derbas bike. Polîtîkayeke ku Tirkiyeyê di qada navneteweyî de dorteng dike, tê şopandin. Herêma tampon yan jî herêma ji firînê re qedexe, bêyî vîna gelan her gava bê avêtin, ne tenê ji bo Kurdan wê ji bo tevahiya gelên herêmê, encamên giran bi xwe re bîne."

Aktaş herî dawî bal kişand ser êrîşên çeteyan ên li hemberî Kobanê û destnîşan kir ku her kes bi berpirsyariyeke dîrokî re rû bi rû ye û banga xwedîderketina li vê berxwedanê kir.