Aktaş: Li gundên Suryaniyan 'qirkirina axê' tê kirin
Aktaş: Li gundên Suryaniyan 'qirkirina axê' tê kirin
Aktaş: Li gundên Suryaniyan 'qirkirina axê' tê kirin
Suryaniyên li navçeya Mêrdîn Mîdyatê dijîn ku beriya niha bi xebatên kadastro re hewl hat dayîn erdên wan ên Keşîşxaneya Mor Gabrîel bên desteserkirin, niha jî di çarçoveya heman xebatê de bi sedema 'erd wesfa xwe winda kiriye' hewl tê dayîn erdên wan ên şexsî radestî Xezîneyê bên kirin.
Di sala 2008'an de di dema xebatên kadastro yên li ser erdên Keşîşxaneya Mor Gabrîel a li Mîdyatê de, li ser serlêdana keyayên gundên Yayvantepe, Eglence û Çandarli, bi doza ji aliyaê Xezîneyê ve hat vekirin re hewl hat dayîn erd radestî Xezîneyê bê kirin, lê belê dema doz hînê li ber destê DMME bû di çarçoveya 'Pakêta Demokrasiyê' ya AKP'ê aşkera kir de, ji aliyê Muduriyeta Giştî ya Weqfan ve radestî Weqfa Keşîşxaneya Mor Gabrîel hatibû kirin.
Serokê Komeleya Suryaniyan a Mêrdînê Yûhanna Aktaş da xuyakirin ku di bin navê xebatên kadastro ya li hemberî hemû Suryaniyan de, hikûmeta AKP qirkirneke axê dimeşîne. Aktaş got, "Beriya niha jî hewl hat dayîn navenda me ya olî erdê Keşîşxaneya Mor Gabrîel bê xespkirin. Niha jî erdê tevahiya Suryaniyên li Mîdyatê dijîn hewl tê dayîn bi xebatên kadastro re ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve bê xespkirin."
Aktaş diyar kir ku erdê Keşîşxaneyê yê ji 276 donimî ku hat radestkirin, ji xwe erdê wan bû û destnîşan kir ku hikûmeta AKP qaşo bi pakêta demokrasiyê re dayîna erdê talankirî weke litûfekê nîşan dide.
Yûhanna Aktaş da zanîn ku hikûmeta AKP der heqê erdê Keşîşxaneyê de ketiye nava bazariyên gelekî qirêj û got, "Ketin nava bazariya; bila Suryanî bêdeng bimînin, dengê xwe bidin me, emê jî erdan radest bikin. Erdên navendên me yên olî veguherandin navgîneke bidestxistina dengan."
QÛDISA SURYANIYAN
Yûhanna Aktaş ragihand ku Keşîşxaneya Mor Gabrîel mîna Qûdisa Suryaniyan e û got, "Mor Gabrîel Keşîşxaneyek di sala 397'an de li Mîdyatê hatiye çê kirine. Hînê bingeha Osmaniyan nehatibû avêtin, ev keşîşxane li vir hebû. Ev 1615 sal in Suryanî bi derfetên xwe yên kêm hewl didin vê keşîşxaneyê biparêzin."
“HEWL HAT DAYÎN ERDÊ KEŞÎŞXANEYÊ WERE TALANKIRIN”
Aktaş axaftina xwe wiha dewam kir: "Di sala 2008'an de di çarçoveya xebatên tapû kadastro de dema sînorên kadastral hatin xêzkirin ji gundên cîran heyetên sondxwarî hatin avakirin û bi van heyetên sondxwarî re sînorên kadastral hatin xêzkirin. Ev sînorên ku ji aliyê heyetên sondxwarî ku di nav de gundiyên ser bi Parlamenterê AKP'ê Suleyman Çelebî jî hebû, ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hat qebûlkirin û hewl hat dayîn erdê Keşîşxaneya Mor Gabrîel a 1615 salî bê talankirin."
Yûhanna Aktaş ragihand ku sedema destdanîna ser erdê keşîşxaneyê jî weke; wesfa erd nemaye dê bibe qada daristanî, hat nîşandan û got, "Sedema veguherîna erdên keşîşxaneyê bo qada daristanî dikarim bi vî rengî rave bikim; Li vê cografyayê nifûseke zêde ya Suryaniyan hebû. Jİ sala 1915'an heta salên 90'î Suryanî timî di bin zext û komkujiyan de man. Û neçar man xaka xwe biterikînin. Erdê Suryaniyên reviyan, ji ber ku salên dirêj nehatin bikaranîn veguherîn qada daristanê. Erdê keşîşxaneyê jî bi vî rengî veguherî qada daristanê. Sedema bi tenê ya di destê AKP'ê jî ev e; ev erd qada daristanî ye, wesfa çandiniyê winda kiriye û di çarçoveya xebatên tapû kadastro de radestî xezîneyê hatiye kirin."
“TÊKOŞÎNEKE MEZIN HAT DAYÎN”
Serokê Komeleya Suryaniyên Mêrdînê Yûhanna Aktaş da xuyakirin ku hem li hundir hem jî li derveyî welat Suryanî hatin cem hev, rûyê rast ê AKP'ê derxist holê û ji bo axa jê hatiye stendin werbigirin, têkoşîneke mezin dane. Aktaş di dewama axaftina xwe de got, "Me mijar destpêkê birin ber destê dadgeriyê. Di dawiya pêvajoya dadgeriyê ya di sala 2008'and e destpê kir de, Dadgeha Bilind tevahiya erdan di Adara 2012'an de radestî xezîneyê kir. Me hem serî li Dadgeha Destûra Bingehîn, hem jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dan. Suryaniyên li Ewropayê dijîn, li hemberî hikûmetê xebateke cidî ya dîplomatîk meşandin. Me di her qadê e li dijî talankirina erdên xwe têkoşîn dan meşandin. Dûre jî di pakêta qaşo demokrasiyê ya di 30'ê Îlona 2013'an de, erdê me mîna ku diyarî me dikin, dewir kirin."
“AKP ERDÊ ME MÎNA KU QENCIYÊ BI ME DIKE RADEST KIR”
Yûhanna Aktaş da xuyakirin ku ew ti carî qebûl nakin ku erdên wan bi xwe mîna qenciyek bi wan hatiye kirin teslîmî wan bê kirin û got, "Tuyê destpêkê erdên Keşîşxaneya Suryaniyan, ku hînê ev dewlet li holê nebû ev erd ên Suryaniya bû ji dest bigire û dûre jî vêya weke gaveke demokratîk nîşan bide. Em vê weke demokratîkbûyînê nabînin."
BAZARIYA QIRÊJ A AKP'Ê
Aktaş diyar kir ku dema doza erdê keşîşxaneyê dewam dikir AKP'ê bazariyên gelekî qirêj kiriye û got, "AKP di vê demê de ket nava bazariyên gelekî qirêj. Ket nava bazariya; bila Suryanî bêdeng bimînin, dengên xwe bidin me emê jî erdên wan radest bikin. Erdên Suryaniyan veguherandin navgînek bidestxistina dengan. Demekê hewl da erdên me bifiroşe me. Lê me ev qebûl nekir."
‘LI DIJÎ SURYANIYAN QIRKIRINA AXÊ’
Aktaş da xuyakirin ku erdê Keşîşxaneyê yê ji 276 donimî beşek ji erdên hatine radestkirin û got, "Pirsgirêka me ya erd ne tenê pirsgirêka erdê Keşîşxaneyê ye. Keşîşxane ji ber ku navenda dînî ya Suryaniyan e timî weke doza keşîşxaneyê doza erdê Mor Gabrîel ket rojevê. Lê belê li hemû gundên Suryaniyan ev qirkirina axê ya ji aliyê AKP'ê ve tê meşandin, heye."
XEBATÊN KADASTRO PIŞTÎ KOÇBERIYÊ HATIN MEŞANDIN
Aktaş anî ziman ku ev yek bi zanebûn hatiye kirin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Suryanî li vê xakê, bi taybetî ji ber şerê 30 salên dawî neçar man koç bikin. Dema koç kirin hingî li gundên me xebatên kadastro nebûn. Piştî koçberiyê li gundên Suryaniyan ên ji 100 malan daket 5-10 malan xebatên kadastral hatin kirin û li gorî 5-10 malan ev kar tê meşandin. Erdên malbatên din ji ber ku nehatin qeydkirin, weke erdê daristanê radestî Xezîneyê tên kirin."
BILA XEBATÊN KADASTRO BÊN BETALKIRIN
Yûhanna Aktaş da zanîn ku li hemû gundên Suryaniyan ev pirsgirêk tê jiyîn û xwest, ev xebatên kadastro yên heta niha hatine kirin bên beltakirin û rewşa gundan di ber çavan re bê derbaskirin.
Yûhanna Aktaş da xuyakirin ku li dijî talankirina erdan pêvajoya dadgeriyê dewam dike û got, "Emê têkoşîna xwe heta dawiyê dewam bikin. Gelê Suryanî dê destûrê nede talankirina erdê xwe."