Aktîvîstên DOKH’ê gihan Nisêbînê
Aktîvîstên DOKH’ê gihan Nisêbînê
Aktîvîstên DOKH’ê gihan Nisêbînê
Meşa aktîvîstên DOKH’ê ku bi boneya protesto kirina êrîşa leşkerên Tirk ya li ser gorên gerîlayên PKK û HPG’ê ku ji Amedê ber bi Çiyayê Bagokê dabûn destpêkirin didome. Jinên ku gihan Nisêbînê ji aliyê girseyek jinan ve bicoş hatin pêşwazî kirin.
Leşkerên Tirk 2’ê Îlonê êrîşî “Şehîdgeha Egîd Sûrûç” ya Çiyayê Bagok ya girêdayî navçeya Nisêbîna Mêrdînê ku gerîlayên PKK’ê û HPG’ê têde ne kiribû û ji bo protesto kirina vê êrîşê aktîvîsên Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) 19’ê Îlonê ji Amedê meş dabû destpêkirin hêjan didome.
Jinên ku her gundê diçinê bicoşek mezin têne pêşwazî kirin, li cihên ku digihinê armanca meşa xwe ji welatiyan re vedibêjin. Aktîvîsên DOKH’ê ên îro di demjimêrên nîvro de gihan Nisêbînê, ji aliyê gelek jinan ve bi çepik, tîlîlî û sloganan ve hatin pêşwazî kirin. Di meşa ku posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta “Ez agirê azadiyê me digerim û ruhê min li Lîce, Rojava û Geziyê ye” hilgirtin, her wiha jinan bênavber sloganên “Bijî serok Apo”, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Bijî berxwedana Rojava” qîr kirin.
Girseya ku li Otogara Nisêbînê kombûn, aktîvîsta DOKH’ê Neslîhan Başak daxuyaniyek da û got: “Armanca meşa me, li hemberî van êrîş, tacîz û tecawizan e, em dengê xwe bigehînin hemû gund, hemû gelê xwe. Piştî ku ev pêvajoya çareseriyê destpêkir, zarokên me hatin kuştin, jinên me hatin qetilkirin, jin hatin tecawizkirin, tişta nehatî serê me nema. Em dê li hemberî vê bêdeng nemînin.”
Başak bibîrxist ku, dema Medenî Yildirim çêkirina qerqolê protesto kir ji aliyê leşkeran ve hate qetilkirin û wiha axivî: “Tenê sûcê wî, ji bo zêdetir mirov neyên kuştin berteka wî a li hember çêkirina qereqolan bû. Daxwaza me jî ewe ku li hemberî vê bêdeng nemînin, her kes berpirsyartiya xwe bîne cih.”
Başak wiha dom kir: “Beriya 2-3 hefte êrîşa şehîdgeha me kirin, hestiyên wan ji goran girtin, pêwîste em li hemberî vê bêdeng nemînin. Pêwîste her kes tişta ku dikeve ser milê wî pêkbîne. Şehîdên me rûmeta me ne. Em dozdar û şopdarên wanin, pêwîste her kes vê wiha bizane. Pêwîste em li hember êrîşa li dijî şehîdgehên me, tacîz û tecawiza jinan bêdeng nemînin û tişta dikeve ser milê me bînin cih. Armanca meşa me li hemberî van êrîş, tacîz û tecawizan derketin e. Em dengê xwe bigehînin hemû gund û gelê xwe.”
Jinên ku piştî axaftinê demek kurt bêhna xwe dan, ber bi bajarokê Girêmîran ê Nisêbînê ve ketin rê. Piştî îşev jin li bajarokê Girêmîran man, sibe di demjimêrên sibehê de dê ber bi Çiyayê Bagokê ve bimeşin.