Al Hayat: MÎT’ê El Nesra xist Rojavayê Kurdistanê

Al Hayat: MÎT’ê El Nesra xist Rojavayê Kurdistanê

Rojnameya El Hayat ku li Londonê weşanê dike, di hejmara xwe ya duh de balê dikşîne ser têkiliya di navbera koma bi navê "Cebeht El Nesra" û rêjîma Tirk de û got: “"Cebhet El Nesra ya girêdayî rêxistina El Qaîdê ye, ji aliyê îstîxbarata Tirk ve derbasî Sûriyeyê bûne, armanca vê komê ya sereke jî têkbirina hêza Kurdan e."

Rojnamevanê bi navê Cad Yetîm di encama lêkolînên ku bi lîderên siyasî û leşkerî yên opozîsyona Sûrî re kirine van agahiyan tîne ziman: "Cebhet El Nesra ya girêdayî rêxistina El Qaîdê ye, ji aliyê îstîxbarata Tirk ve derbasî Sûriyeyê bûne, armanca vê komê ya sereke jî têkbirina hêza Kurdan e."

Rojanameya El Hayat ku li Londonê weşanê dike, di hejmara xwe ya doh de cihekî berfireh daye rastiya koma çekdar ya bi navê "Cebeht El Nesra". Rojnamevanê bi navê Cad Yetîm di encama lêkolînên ku bi lîderên siyasî û leşkerî yên opozîsyona (muxalefet) Sûriyeyê re kirine, radighîne ku ji derbaskirina vê komê nava Sûriyeyê îstîxbaratê Tirk berpirsiyar in.

Rojnamevan Yetîm yê serî li nêrînên fermandarên leşkerî, rojnamevan, çalakên siyasî û huqûqnasan daye wiha dibêje: "Yê ku endamên koma Cebhet El Nesra derbasî Sûriyeyê kirine Îstixbaratê Tirk e. Amerîka jî ev yek ji nedîtî ve hatiye."

Di nivîsê de tê gotin, piştî ku rêxistina leşkerî ya opozîsyona Sûrî nû hat avakirina û vê rêxistinê Cebhet El Nesra ji nava xwe dûr xist, rêveberiya Amerîka ev kom derbasî lîsteya terorê kir. Rêberên siyasî û leşkerî yê opozîsyona Sûriyeyê ku Cad Yetîm serî li nêrînên wan daye diyar dikin ku ji sedî 20 çalakiyên li Sûrî ji aliyê rêxistina El Qaîdê ve tên birêvebirin.

Ji fermandarên Artêşa Sûriyeya Azad li bajarê Hamayê Ebû Mistefa jî tîne ziman ku endamên koma Cebeht El Nesra li herêmê di bin kontrola wan de bi rehetî dikarin tevbigerin. Huqûqnasê ku nêrînên xwe bi Cad Yetîm re parve kirine weha dibêje:

"Cebeht El Nesra ji aliyê welatên Rojava ve hate avakirin. Armanc jê ku bi rêbaza Lîbyayê dest werdin Sûrî. Li Bakurê Sûrî bi armanca kontrolkirina sînor Artêşa Azad heta radeyekê biserket. Paşê dewleta Tirk Cebhet El Nesra derbasî Sûrî kir. Ev yek bi destûra Emerîkayê hatiye kirin."

Berdevkê Konseya Leşkerî ya opozîsyona Sûriyeyê ku her tim bi Cebhet El Nesra di nava têkiliyan de ye jî weha got: "Ji bo hêza Kurdan ji holê rake, dewleta Tirk Cebeht El Nesra derbasî Sûriyeyê kir."

Wezareta Xizîneyê ya DYA’yê navên du rêberên rêxistinê Maysar Ali Musa Abdullah El Cuburi û Anas Hasan Katab xist lîsteya tarî. Bi vî awayî ger malê van kesan li DYA’yê hebe dê bên desteserkirin û dê welatiyên DYA yên ku bi van kesan re bazirganiyê bikin jî dê bêne cezakirin.

TIRKIYE DESTEKÊ DIDE VÊ KOMÊ

Eniya El Nûrsa ya ku destekê ji Tirkiyeyê digire red kiribû ku beşdarî Koalîsyona Neteweyî ya Sûriye ya li Qeterê bibe. El Nûrsa li Sûriyeyê bûye yek ji komên herî çalak ên çekdar. Roja 10’ê berfanbarê binkeya leşkerî ya Şêx Silêman a li Helebê bi dest xistibû.

Vê komê bi desteka Tirkiyeyê di navbera 19-23’yê ji aliyê Tirkiyeyê ve ketin serê kaniyê û êrîşê Kurdan kiribûn. Piştî ku li hemberî Kurdan bin ketin, ji Kurdan daxwaza agirbestê kirin û Kurdan bi şertê ku ji bajêr derbikevin da pêşiya wan û komê jî vê şertê qebûl kir. Piştî ku vegeriyan dewleta Tirk sînor girt û ji wana xwest ku li dijî Kurdan şer bikin.

Parlementerê BDP’ê yê Şirnexê roja 11’ê berfanbarê (îro) pêşnûmeyek derbarê vê koma El Nûrsa de pêşkêşê Meclîsê kir û xwest Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan bibersivîne ka têkiliya AKP’ê bi vê komê re heye an na.