Aldar Xelîl: Hevdîtinên me û muxalefetê didomin

Aldar Xelîl: Hevdîtinên me û muxalefetê didomin

Aldar Xelîl derbarê hevdîtinên bi Komîteya Niştimanî ya Parastina Aştiyana Navxweyî û Şoreşê, ya bi rêveberiya Mîşel Kîlo, erênî nirxand û diyar kir ku têkiliyên wan hîn dewam dikin.

 Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl derbarê hevdîtinên wan bi Komîteya Niştimanî ya Parastina Aştiyana Navxweyî û Şoreşê, ku bi rêvebiriya Mîşîl Kîlo hatibûn Serêkaniyê, ji ANF'ê re diyar kir ku têkiliyên wan bi komîteyê re hê dewam dikin.  Her wiha Xelîl got: ''Wer dixuyê ku derketina komên çekdar ji Serêkaniyê vê carê cidî ye ''. Xelîl bal kişand ku mijara hevdîtinê ya sereke di navbera komîteyê û Desteya Bilind a Kurd  de derketina komên çekdar ji bajarê Serêkaniyê bû.

Xelîl diyar kir ku ew hêvî dikin ku komên çekdar di zûtirîn dem ji Serêkaniyê derkevin û  welatî vegerin malên xwe.

Xelîl da zanîn ku çareseriya ji bo bajarê Serêkaniyê, dê di navbera Desteya Bilind a Kurd û Koalisyona Muxalefeta Sûryayê pêk bê û wiha got: ''Hevdîtinên di navbera me û Komîteya Niştimanî Ya Parastina Aştiyane Navxweyî û Şoreşê erênî derbas bû''.

Li Serêkaniyê di 5'ê sibatê de, bi armanca nirxandina rewşa dawî li Serêkaniyê û ziyanên ku komên çekdar gihiştin bajêr de, di navbera nûnerên Desteya Bilind a Kurd û Komîteya Niştimanî ya Parastina Aştiyane ya Navxweyî û Şoreşê hate lidarxistin.

Nûnerên komîteya niştimanî ya parastina aştiyana navxweyî û şoreşê de Mîşêl Kîlo, Elî Nasir, Ebdilbarî Osman, Temîm Elzahid  û Yasir Iyada pêk dihat.

Ji aliyê Desteya Bilind a Kurd Îlham Ehmed, Ebdilselam Ehmed, Aldar Xelîl, Ehmed Silêman û Îsmaîl Hemê di civînê de beşdar bûn.