Aldar Xelîl: Îtifaqên ji derve li dijî berxwedana gelê Kurdin
Aldar Xelîl: Îtifaqên ji derve li dijî berxwedana gelê Kurdin
Aldar Xelîl: Îtifaqên ji derve li dijî berxwedana gelê Kurdin
Endamê Desteya Bilind a Kurd û endamê Komîteya Amadekara Kongreya Netewî Aldar Xelîl li ser komujiya ku li Sûriyeyê bi çekên kîmyewî pêk hatî wiha got: “Bêyî ku lêkolîn bi dawî bibe em nikarin aliyekê li ser komkujiyên li Sûriyeyê çêbûne gunehbar bikin.” Xelîl komkujiyê ku li Rojava pêk tên bibîrxist û got: “Pêwîste komkujiya li Rojava pêk hatiye bê lêkolînkirin û yekîtiya netewî ji bo Rojava gav bavêjê.” Xelil îtîfaka li Hewlerê di navbera partiyên Rojava bibîrxist û got hewildanên encumanê Niştimaniya Sûriyeyê li Stenbolê bi hin partiyên muxalif re bo Yekitiya Kurdan xetereye û got; “Ev hewildanên îtifaqa ku di navbera hin hêzên Kurd û Muhalefetê çêdibin, hewildanekî li derveyî hevpeymana li Hewlerê ye”
Endamê Desteya Bilind a Kurd û endamê Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî Aldar Xelîl li rewşa dawiya ya Rojavayê Kurdistanê, Sûriyeyê û deriyê Sêmalkan dîtinên xwe ji ANF’ê re vegot.
KIRYARÊN KOMKUJIYÊ KÎ DIBE BILA BE DIVÊ HESAB JÊ BÊ PIRSÎN!
Xelîl; li ser îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî destnîşan kir ku bûyer hêj nehatiye ronîkirin û her alî hev dû gunehbar dike. Xelil got: “Ji roja ku komkujî pêkhatî û pêve me daxwaz kir ku, li ser komkojiyê lêkolînekî serbixwe bê kirin. Kesên berpirs diyarbikin û hesab jê bê xwestin. Lê belê heta niha bûyer derneketiye holê. Em nizanin ka bûyer çawa çêbû, ne jî di destê mede agahî hene. Lê mijar hin cihê gumanane. Ji ber ku her alî li ser aliyê din û hev dû gunehbar dikin. Ji ber vê yekê ji em qet aliyekî nagirin dest, ta ku encamên rast dernekevin. Daxuyaniya ku Salih Muslim di Reutersê de dayî hatibû berovajî kirin. Birêz Salih Mislim jî di vê wateyêde axiviye. Lê belê gelek kesan mijar berovajî kirin ku wekê ku Salih Mislim rejîm parastiye û gotiye nekiriye, tiştek wiha nîne. Ji ber ku niha biryara kesên ku, lêpirsînê dikin ne hatiye diyar kirin. Ji bo me di vir de tişta giring ew e ku ev komkujiyeke. Divê li ser wer rawestandin û bê şermezarkirin. Ji ber ku gunehbariyekî dijî mirovahiyê ye. Kiryarên wê kî dibe bila bibe divê hesab jê werin pirsîn.”
Xelîl li ser komkujiyên li ser gelê Kurdê Rojava pêk tên jî destnişan kir ku herêmên Kurd têde jiyan dikin de jî gelek komkujî hatine kirin û got: “ Divê rayagiştî li hember vê yekê jî bêdeng nemînin û bibin xwedî helwest. Ji bo tevan lêpirsîn û lêkolîn bên kir. Ev dema em têde jiyan dikîn gelek hesas û nazike. Ji ber vê jî divê tu gunehkar bê hesab neyê hiştin û hesab bê pirsîn.
JI DESTPÊKÊVE EM XETA ALIYÊ SÊYEM DI PARÊZIN!
Li ser rewşa ku tê gotin wê ji aliyê hêzên derve de mudahaleyî Sûriyeyê bikîn de jî Xelîl dîtinên xwe anî ziman û got; “ Ji roja destpêka Şoreşê ve em xwedî aliyê sêyemînin. Tu aliyan ji xwe re nagirin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina xweseriya demokratîk di herêmê de me pergala xwe avakiriye. Li paytexta Sûriyeyê çi dibe bila bibe, em Kurd wek hêza sêyemîn xwe diparêzin û di herêma xwe de di tu deman de rê nadîn tu kesî ku, mudahaleyî herêma me bike.”
ÎRO LI ROJAVAYÊ KURDISTANÊ AMBORGOYEK HEYE!
Her wiha Xelîl li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê de jî daxuyakirin ku di roja me de li Rojavayê Kurdistanê ambargoyek tê jiyankirin û wiha berdewam kir: “Li ser gelê Rojavayê Kurdistanê çemberek hatiye çêkirin. Di dema ku gelê Rojavayê Kurdistanê di nava berxwedanê de ev yek hîn zêde tir dibe. Alîkarî ji bo aliyên ku êrîş dibîn ser Rojavayê Kurdistanê û dixwazin Rojavayê Kurdistanê dîl bigrin. Berî şer jî û dema şer de jî ambargo berdewam dike. Ragihandina Başûr ragihandin ku sînor hatiye vekirin. Bi deh hezaran kes di heman demê de li ser sînor kombûn û asayîşa Rojava nekarî pêşiyê lê bigire hemû derbas bûn. Lê belê pişt re tedbîrên wê hatin girtin û bangewazî li gel hat kirin ku dev ji axa xwe bernedin. Bi vê boneyê me bi fermî daxuyanî dan. Da ku gel mal û axên xwe bernedin û rojava vale nebe. Di milekê de ji tedbîrên pratîkî hatin girtin. Em neçar man ku da koçberî çênebê. Ji Rimêlan haya deriyê sinor nokteyên kontrolê hatin danîn û bi gel re hat axivîn ji bo ku îqna bikîn. Da ku dest ji axa xwe bernedin. Vê yekê ji encam girt û ji wê rojê û pêde koçberî pir kêm bûye. Em her tim hewil didin ku ji bo gel axa xwe bernedin pêdiviyên wan yê jiyanê pêk bînîn û biparêzin da ku dest ji welatê xwe bernedin. Lê belê ev dezgehên ku wiha antî propagangeyê li dijî me dikîn, em hesab dikîn ku ew jî parçeyekî ji şerê li dijî me ye.”
Xelîl li ser vegera heyeta ku çûyî Rojavayê Kurdistanê ji got: “ Heyeta ku çûyî Rojavayê Kurdistanê duh rapora xwe radestî Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî kir. Em niha li ser dixebitîn ku di demek nêz de emê daxuyaniyekê li ser bidîn. Hêviyên me ji wê heyetê ew e ku ji bo gelê Rojava bibe alîkar. Ji ber ku heyet ji bo nîrxandin û piştgiriya gelê Rojavayê Kurdistanê çibû. Tişta pêwist ji bo Rojavayê Kurdistanê diyar bike û li gorî wê arîkarî ji bo bê şandin û sinorê li ser gelê Rojavayê Kurdistanê bê rakirin di milê madî de.”
Her wiha Xelîl di dawiya axiftinên xwe de balkişan ser lihevkirina ku wê li Stembolê di navbera muhalefeta Sûriyeyê û Encûmena Niştîmaniya Kurdên Sûriyeyê de û destnişan kir ku ev hevkirina çêdibe ji derveyî hevpeymana ku li Hewlerê hatîkirin çêdibe û wiha domand; “ Ji ber ku me berê ji hevdure dabû diyar kirin, çi îtifaqên ku çêdibin divê bi navê Desteya Bilind a Kurd çêbibe. Lê mixabin ev kesên çûne wek encûmen îtiraqan derdixin. Em ne dijî hevdîtinanin û her alî çiqas hevdîtinan bike normale. Lê belê divê her îtifaqek bi navê Desteya Bilind be.
Îtifaqa wan jî tê wateya ku xwe ji parastina Rojavayê Kurdistanê didin aliyekî û wek aliyekî şer xwe nabînin. Dixwazin ev berxwedana tê kirin ji holê rakin. Ji ber ku yê daxwaz kirî ye ev îtifaq çêbibe dewleta Tirk bixwe ye. Da ku me di nava şer de bi tenê bihêlin û me asê bikin ev plan hatiye çêkirin. Ji ber vê ji ev rewş rewşekî nebaşe. Bi teybetî ji ber ku em di rewşek awarte de ne divê hesasiyeta rewşa şerê tê kirin li ber çav bê girtin. Lê mixabin planên Tirkan yên ji holêrakirinê destkeftiyên kurdaye. Hewildanên îtifaqên ji derve li dijî berxwedana gelê Kurd e.”