Aldar Xelîl: Konferansa ciwanan wê di nava aramiyê de pêk were
Aldar Xelîl: Konferansa ciwanan wê di nava aramiyê de pêk were
Aldar Xelîl: Konferansa ciwanan wê di nava aramiyê de pêk were
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl, li dijî gotegotên ji aliyê hinek derdoran ve tên gotin û tê îdîakirin Rojavayê Kurdistanê bi ewle nîn e, lewre divê 3'yemîn Konferansa Ciwanan a Netewî li wir neyê lidarxistin, nerazîbûn nîşan da. Xelîl, got ku ev gotegot bi zanebûn têne derxistin û got, "Rojava ji bo hemû kurdan û gelên din spartgehek bi ewle ye. Konferans jî wê di nava aramiyê de pêk were."
Konferansa Netewî ya Ciwanên Kurd ku beriya niha li Amed û Hewlêrê hatibû lidarxistin, wê vê carê li Rojavayê Kurdistanê bê lidarxistin. Ji bo konferansa ku wê di navbera 12 û 16'ê Adarê de bê lidarxistin li her çar perçeyên Kurdistanê têne meşandin, lê di demên dawî de ji aliyê hinek derdoran ve gotegotên wekî, "Rojava cihekî bi ewle nîn e, lewre divê ev konferans li wir neyê lidarxistin" têne belavkirin.
Li ser van gotegotan Endamên Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl, derbarê rewşa ewlehî ya herêmê û armanca van gotegotan de nêrînên xwe ji Ajansa Nûçeyan a Hawar ANHA'yê re anîn ziman.
Aldar Xelîl, destnîşan kir ku ev gotin bi zanebûn têne belavkirin û ne rast in. Xelîl, bi bîr xist ku bi şoreşa 19'ê Tîrmehê re li Rojavayê Kurdistanê demeke nû hatiye destpêkirin, hinek bajar hatin bidestxistin û wiha dom kir: "Rewşeke bi aram hatiye afirandin û her ku diçe ev rewş baştir dibe. Her çiqasî hinek caran pevçûn derkevin jî, tu caran karên civakî û rêxistînî ranewestiyan e. Wekî tê zanîn dema li Girzîro û Serêkaniyê şer hebû, dîsa karên me dihatin meşandin. Hêzên me yên asayîşê hene û li bajaran serwer in."
Xelîl, diyar kir ku ji bo pêkanîna konferansê jî, hemû şert û merc çêbûne û ev tişt gotin: "Rojavayê Kurdistanê ne tenê ji bo gelên vir, di heman demê de ji bo hemû gelê kurd û gelên din bûye stargehek bi ewle. Em di wê baweriyê de ne ku dê ev konferans jî di nava aramiyê de bê lidarxistin. Hêzên asayîşê wê parastina vê konferansê bikin û wê encamên baş jî derkevin holê. Em jî wekî Desteya Bilind ji bo ewlekariya vê konferansê tişta ji destê me tê, em ê bikin."