Aldar Xelîl: Mustefa Cuma çetetiya xwe îspat kir
Aldar Xelîl: Mustefa Cuma çetetiya xwe îspat kir
Aldar Xelîl: Mustefa Cuma çetetiya xwe îspat kir
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl diyar kir ku Sekreterê Partiya Azadî Mustefa Cuma bi êrîşên dawî yên li ser taxên kurdan ên Helebê çetetiya xwe îspat kiriye.
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl têkildarî êrîşên ku duh li Helebê ji aliyê komên çete ve li dijî taxên kurdan hatine pêk anîn, agahîda û Aldar Xelîl, bibîr xist ku di nava komên êrîşkar de çeteyên girêdayî Partiya Azadî jî hene û got ku Sekreterê Partiya Azadî Mistefa Cuma bi van êrîşan çetetiya xwe îspat kiriye.
‘ÊDÎ PÊDIVÎ BI KARÊ KOMÎTEYÊ NEMAYE’
Xelîl, da zanîn ku Desteya Bilind a Kurd di civîna xwe ya di 4’ê ‘Îlonê de debarê pêkanînên Partiya Azadî de biryara avakirina Komîteya Lêkolînê daye, lê êdî pêdivî nemaye ku ev komîte dest bi kar bike û wiha dom kir: ‘‘Vaye li ber çavê her kesî komên çekdar ên girêdayî Mistefa Cuma cihê xwe di nava êrîşên li dijî taxên kurdan ên Helebê de digirin. Ev karê komîteyê hêsan dike û her tiştî radixe ber çavan.’’
‘YÊN KU VIYA JI NEDÎTÎ VE TÊN PIŞTGIRIYA AZADÎ DIKIN’
Xelîl, destnîşan kir ku heke hin alî tevlîbûna Partiya Azadî ji nedîtî ve werin, wê demê ew alî jî piştgiriya Partiya Azadî dikin û ev tişt anîn ziman: “Komên çekdar ên girêdayî Partiya Azadî li taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûd êrîşî kurdan kirin. Piştre li Efrînê jî di nava komên çekdar de êrîşî navçeya Şêrawa kirin û destê wan di qetilkirina kurdan de heye. Hevalbendên Azadî li xwe mukir hatin ku destê wan di teqînên li Efrînê de heye. Hewl dan ku Serokê Meclîsa Gel a Efrînê Etûf Ebdo qetil bikin. Ev hemû îspat in û niha jî di nava êrîşan de cihê xwe digirin.’’