Aldar Xelîl: YPG êdî saziyeke neteweyî ye
Aldar Xelîl: YPG êdî saziyeke neteweyî ye
Aldar Xelîl: YPG êdî saziyeke neteweyî ye
Endamê Desteya Bilind a Kurd Aldar Xelîl di mijara hevdîtinên navbera MGRK û ENKS yên dewam dikin de agahî da ANF'ê û destnîşan kir ku bi ENKS'ê re li ser sê sernavan hevdîtin tên kirin û encamên van hevdîtinan dikarin îro diyar bibin.
Xelîl ragihand ku di mijara beşdariya bi heyeteke serbixwe li Cenevre-2 wan biryara pîvanî wergirtine, lê belê nîqaşên li ser detayên heyeta beşdar dewam dikin. Xelîl diyar kir ku divê Kurd li Cenevre-2 weke yek ji hêmanên eslî bên qebûlkirin û destnîşan kir ku eger ew neyên qebûlkirin an jî nêzîkatiyên di radeya duyemîn de bên nîşandan, wê Cenevre-2 boykot bikin.
Xelîl da xuyakirin ku di hevdîtinan de hêza leşkerî ya Rojava YPG nebûye mijara nîqaşan, ji ber ku YPG saziyeke neteweyî ya xwe îspat kiriye.
DIVÊ KURD DI CENEVRE-2 DE WEKE HÊMANEKE ESLÎ BÊ QEBÛLKIRIN
Aldar Xelîl der heqê hevîtinên bi ENKS'ê re ev agahî da ANF'ê: "Bi ENKS'ê re em li ser sê mijarên girîng hevdîtinan dikin. Ya yekemîn; pozîsyona Kurdan a di Cenevre-2 de, ya duyemîn; xebatên avakirina rêveberiya xweseriya demokratîk û ya sêyemîn jî; nûkirin û pratîkkirina protokola Hewlêrê ye. Wekî din, di hevdîtinan de li ser hin pirsgirêkên pratîkî nîqaş tên kirin. Mînak; em li ser pirsgirêkên kontrola sînor û pirsgirêka deriyên sînor nîqaşan dikin."
Xelîl ragihand ku yek ji mijarên wan ên bingehîn ew e ku pirsgirêka Kurd û pozîsyona Kurdan a li Rojava di rojeva Cenevre-2 de cih bigire û got, "Ji ber ku pirsgirêka Kurd pirsgirêka sereke ya Sûriyeyê ye û heta ku ev çareser nebe, pirsgirêkên din ên li Sûriyeyê çareser nabe. Li aliyê din, em weke Kurd dixwazin bi heyeteke serbixwe re beşdar bibin. Yanî ne weke komeke di nava koalîsyonê yan jî hêmanek di asta duyemîn de, divê em weke hêmaneke eslî cih bigirin. Ji bo qebûlkirina vîna Kurdan çi ji destê me were emê bikin, em di vê de biryardar in.
Eger Kurd neyên qebûlkirin û nêzîkatiyên ku Kurdan di radeya duyemîn de dibînin werin nîşandan, em dikarin Cenevre-2 boykot bikin. Ji bo pirsgirêka Kurd bi awayekî cidî were nirxandin, divê em xwedî helwesteke cidî bin. Beşdariya bi koalîsyonê re yan jî di asta duyemîn de xwenîşandan, wê lêgerînên çareseriya mayînde qels bikin."
Aldar Xelîl diyar kir ku di hevdîtinan de nêrîneke hevpar derketiye holê ku divê bi heyeteke serbixwe beşdarî li Cenevre-2 bê kirin, lê belê hînê detayên wê zelal nebûne. Xelîl got, "Yanî di şêweya çûyînê ya heyetê û detayên wê de, lihevkirin çê nebûye. Detay dê îro diyar bibin."
ENKS'Ê JI BO ROJEKÊ DEM XWEST
Xelîl da zanîn ku nîqaşên di mijara Rêveberiya Xweser a Demokratîk de nîqaş dewam dikin û anî ziman ku ENKS'ê ji bo biryara xwe ya di vî warî de bide, rojek dem xwestiye û dibe ku biryara xwe îro yan jî sibê bide.
Xelîl axaftina xwe wiha dewam kir: "Mijareke din jî mijara Rêveberiyê ye. Ji bo Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava, çi Kurd çi ne Kurd ji bo hemû gel û pêkhateyên li herêmê tê de cih bigirin, me projeyek ava kirin. Di vê mijarê de nîqaşên me yên bi ENKS'ê re jî dewam dikin.
Mijareke din jî nîqaşên li ser nûkirin û pratîkkirina deklarasyona Hewlêrê ye. Wekî din, nîqaşên li ser vekirina deriyên sînor û çareserkirina pirsgirêkên din ên pratîkî dewam dikin. Em dixwazin deriyên sînor ji bo xebatên bazirganî werin vekirin û bi vî rengî ambargoya li hemberî gelê me tê meşandin, were şikandin.
Lê belê di van mijarên dawî de hînê mutabakatek çê nebûye. ENKS'ê ji bo bi hev re bişêwire, ji me dem xwest. Di van mijaran de nêzîkatiyên erênî hene. Lê belê ji bo biryara dawî dem xwestin."
YPG SERKETÎ BÛ
Li ser pirsa me ya "Hebûna hêzeke cuda ya leşkerî li Rojava careke din hat rojevê yan na" Xelîl diyar kr ku YPG êdî saziyeke neteweyî ye û destnîşan kir ku nabe mijara nîqaşê. Xelîl got, "Hêzeke leşkerî ya li derveyî YPG'ê, di rojeva me ya nîqaşê de nîne. Mijara YPG'ê li derveyî nîqaşan e. Ji ber ku YPG êdî saziyeke neteweyî ye û bi lehengiyan xwe îspat kiriye. Şehîd da û serketî bû."