Alîgirê PÇDK'ê ket ber lêpirsînê
Alîgirê PÇDK'ê ket ber lêpirsînê
Alîgirê PÇDK'ê ket ber lêpirsînê
Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li herêma Behdînanê demeke li ser dost û alîgirên Partiya Çareseriya Demokrata Kurdistanê (PÇDK) zextê dike û wan ji sazî û karên hikûmetê derdixîne.
Welatiyekî ku ji Bakurê Kurdistanê bi navê Husên Hesen Ezîz ku bi nasnavê Emîn tê nasîn ku ev deh sale li Başûrê Kurdistanê li bajarê Duhokê dirûne û li bajarê Zaxo dikandariyê dike rastî lêpirsîna hikûmetê tê. Emîn diyar kir ku ji ber ew alîgir û dostê PÇDK’ê ye gelek caran rastî lêpirsîna hêzên parastinê yên PDK'ê hatiye.
Husên Hesen Ezîz got: “Sê, çar car in hêzên parastinê min dawetî cihê xwe dikin û ji ber dostaniya min li gel PÇDK'ê lêpirsînê dikin. Ev demeke nasnameya min a îkameyê ji min wergirtine û 15 roj in ez li malê me nikarim biçime ser karê xwe. Ez nikarim tiştekî ji bo zarokên xwe jî bikim.”
Hêjayî gotinê ye, ji destpêka kampanya hilbijartinên parlamentê û vir ve, zext û lêpirsînên li hemberî alîgirên PÇDK'ê her di rojevê de ne û tê gotin ku gelek welatî ji ber alîgiriya bi PÇDK'ê re ji karên fermî hatine derxistin.