Alîgirên PÇDK'ê li Diyana rastî êrîşê hatin
Alîgirên PÇDK'ê li Diyana rastî êrîşê hatin
Alîgirên PÇDK'ê li Diyana rastî êrîşê hatin
Li herêma Soran Diyanayê, alîgirê PÇDK'ê Zekeriya Kerîm rastî êrîşa kesên nenas hat.
Şeva derbasbûyî li herêma Soran Diyanayê li derdora seat 20.00’an de ciwanê bi navê Zekeriya Kerîm ji ber sedema ku hewl da pêşî li daxistin û jêkirina alên PÇDK'ê yên hilbijartinê bigire, rastî êrîşeke fîzîkî hat.
Zekeriya Kerîm der barê bûyerê got: “ Ez di kolanê re derbas dibûm, min dît du ciwanên ku min ew berê nedîtiniye, hemû poster û alên PÇDK’ê ji dîwaran vedikin. Min jî mudexeleya wan kir û min got mafê we nîne hûn karên wiha bikin. Wê demê wan herdu kesan dest bi êrîşê kirin. Nêzîkatiyên wiha derveyî mafên demokratîk ên hilbijartin û mirovatiyê ye, em van nêzîkatiyên wiha qebûl nakin û çendî ew êrîşan pêk bînin jî emê her poster, wêneyên namzet û alên PÇDK daleqînin.”