Alîkarî ji Nisêbînê gihişt Qamişloyê
Alîkarî ji Nisêbînê gihişt Qamişloyê
Alîkarî ji Nisêbînê gihişt Qamişloyê
Alîkariyên ji bo Rojava yên li Qoser û Nisêbînê hatin komkirin bi 6 wesayîtan ji Qamişloyê re hatin şandin.
Alîkariyên li ser Nisêbînê re diçûn Qamişloyê berdewam dikin. Ji roja pêşî heta niha nêzî 210 ton zexîre, derman, mamaya zarokan ji Rojava re hatin şandin.
Alîkarê Şaredarê Qoserê Burhan Kurhan berî alîkariyan bişîne li ber Navenda Çandê ya Mîtanniyê daxuyanî dan û diyar kir ku roj roja bi Rojava re ya alîkariyê ye û wiha got:
"Em jî weke Şaredariya Qoserê û gelê Qoserê di çarçoveya kampanyayê de me 4 kamyonên alîkariyê anîn Nisêbînê. Em ji bo alîkariyan ji birayên xwe yên Rojava re bişînin li vir in. Di wesayîtan de zexîre heye. Alîkarî ji 18'ê sibatê heta 4'ê adarê dê berdewam bikin. Em bang li hemû kesî dikin ku bi gelê Rojava re di nava piştevaniyê de be."
Alîkariyên hatin komkirin ji Deriyê Sînor ê Nisêbînê re ji Qamîşloyê re hatin şandin. Alîkariyên li baxçeyê Navenda Çandê ya Mîtanniyê hatin komkirin li kamyonan hatin barkirin û şandin Qamişloyê. Wesayît ji aliyê karmendên gumrukê ve hatin kontrolkirin. Di vergerê de jî polîsan wesayît kontrol kirin.