Alîkariya ji bo Rojava di rê de ye
Alîkariya ji bo Rojava di rê de ye
Alîkariya ji bo Rojava di rê de ye
Rêxistin, sazî û partiyên Kurd ên siyasî yên Bakûrê Kurdistanê ji bo embargoya Tirkiyeyê li ser Rojavayê Kurdistanê daniye, kamyonên alîkariyê şandin Nisêbînê.
Alîkariya ku bi pêşengiya KCD, BDP,OSP, HDK, EMEP, KADEP, ESP, DDKP, Înîsiyatîfa Azadî û Koma Diyalogê ya Dîcle Firat hate berhevkirin, ji bo bişînin Rojavayê Kurdistanê ber bi Nisêbînê ve bi rê ketin.
Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a Amedê TMMOB Necatî Pîrîncîoglû di saetên danê sibê de daxuyaniyek da û diyar kir ku ji bo rakirina embargoya li ser Rojavayê Kurdistana wana bi awayeke sembolîk wana du kampyon ji bo ji Nisêbînê derbasî Qamişlo bibe şandine.