Alîkariya ji bo Rojava hat berhevkirin gihîşt Pirsûsê

Alîkariya ji bo Rojava hat berhevkirin gihîşt Pirsûsê

Alîkariya li Stenbolê ji bo Rojava hat berhevkirin, ji bo bişîne Rojavayê Kurdistanê radestî Şaredariya Pirsûsê hat kirin.

Li Stenbolê ji aliyê BDP'a Sultanbeyê ve alîkariya xwarin û pêdiviyên sereke yên jiyana rojane ji bo gelê Rojava hatibû berhevkirin ji bo bişînin Rojava ji aliyê rêvebirê navçeya BDP'a Sultanbeyliyê Mustafa Cengîz radestî Şaredariya Pirsûsê hat kirin. 

Cengîz diyar kir ku divê gelê Kurd di aliyê alîkariya bi Rojava re zêdetir bi berpisryar tevbigere.
Alîkarî  li ser navê Şaredariya Pirsûsê ji aliyê Endizyarê Xurekê Faruk Tatli ve hat wergirtin. Tatli, diyar kir agirê Şoreşa Rojava gihiştiye bi hezaran kîlometereyî derveyî Rojava û wiha got: " Ji Stenbol heta vira ragihandina alîkariyê bi rastî gelekî zehmet e. Lê em dibînin ku piştgiriya bi biryar ev dûrbûna bi kîlometreyan bêwate dihêle. Em jî li ser navê komîsyona alîkariyê ji hemû gelê xwe yê alîkarî dane spas dikin."