Alikariya ji bo Rojava hîn jî li ser sînor e

Alikariya ji bo Rojava hîn jî li ser sînor e

 Alikariya ku ji bo Rojava hatibû berhevkirin ev hefteyeke li ber deriyê sînor ê Şenyurtê bi awayekî kêfî li ber rojê tê sekinandin.

Ji aliyekî ve bêeleqedarbûna hêzên navneteweyî ya li hember komkujiya Rojava didome, ji aliyê din ve jî 15 kamyon alikariya ji bo Rojava hatibû berhevkirin û teslîmî rayedarên Kizilayê hatibû kirin, ligel hemû kar û barê fermî hatine çêkirin, ev heft roj in li ber deriyê sînor ê Şenyurt ê Qoserê tê sekinandin. Alîkariyên ku hatine berhevkirin di bin germê de tên rawestandin û piraniya zad û qûtan ji ber germa zêde xera bûne. Balkêş e dewlet destûr dide alîkariyên ku ji çeteyên El Qaîde re tên şandin. Li hember gelê Rojava ji çar aliyan ve ambargo tê pêşxistin û gelê Qoserê li bendê ye ku alîkariyên hatine berhevkirin derbasî aliyê sînor ê din bibin.