Alîkariya ji bo Rojava ji Deriyê Akçakaleyê derbas bû
Alîkariya ji bo Rojava ji Deriyê Akçakaleyê derbas bû
Alîkariya ji bo Rojava ji Deriyê Akçakaleyê derbas bû
Alîkariyên ji Bakûrê Kurdistanê bo Rojava hatibûn berhevkirin, piştî deriyê sînor yê Nisêbînê, ji deriyê sînor yê Akçaleyê derbasî Rojava bû. alîkariyên ji Şirnex û navçeyên wê hatibûn berhevkirin teslîmê rayedarên kurd yên Kobanê kirin.
Alîkariya ku ji Şirnex û navçeyên wê hatibûn berhevkirin yek TIR û 5 kamyonan pêk dihat. Alîkarî ji bo bigihêje bajarê Kobanê ya Rojava birin navçeya Pirsûs a Rihayê. Li vir wesayîtên ji aliyê şaredariyê ve hatibûn oganîzekirin, di Deriyê Sînorê Akçakaleyê de teslîmê heyeta ku ji Kobaniyê hatibûn, kirin. Amûrên alîkariyê yên ji xurek û hrw din pêk dihatin teslîmê heyeta ku serokatiya wê parêzer Enver Muslum dikir, hat kirin. wesayîtên xistin qada Gumurê, alîkarî dewrê wesayîtên Kobanê kirin û berbi Kobanê ket rê. Muslum ji bo alîkariya hatiye kirin spas kir û wiha got: “Rojava li bende alîkariya Bakûre. Li wir hewcedarî her xurekî heye. Daxuyaniyek û alîkariyên bakur me gelek kêfxweş dike. Coş û morel didin şoreşa me. Ji bo vê divê gelê me yên Bakûr zêdetir alîkariyê bidin.”
Hevserokên BDP’a Rihayê Halît Yildiztekîn û Leyla Akça, şaredarê Wêranşarê Mehmet Burun, wekîla şaredariya Pirsûsê Hulya Demîr û nûnerên BDP’ê ku xurek teslîm kirin, li ser navê wan Halît Yildiztekîn axivî û got peywira herî sereke eve ku li cem gelê Rojava cih bigirin.