Alîkariya ji bo Rojava li deriyê Sêmalka tê rawestandin
Alîkariya ji bo Rojava li deriyê Sêmalka tê rawestandin
Alîkariya ji bo Rojava li deriyê Sêmalka tê rawestandin
Alîkariyên ku ji aliyê Kurdên li Ewropa û Başûrê Kurdistanê ve ji bo gelê Rojava hatine komkirin ku di nava wan de alavên tenduristiyê û tiştên xwarinê jî hene, ev 12 rojin li ser sînorê Sêmalka ji aliyê rayedarên Başûr ve tên asteng kirin.
Endamê Komîteya Çavdêriya li ser Deriyê Sînorê Sêmalka Mistefa Ebdilezîz, derbarê mijarê de agahî dan ajansa nûçeyan a ANHA’yê û got ku, hikumeta Başûrê Kurdistanê derbaskirina madeyên xwarinê, alîkariyê û dermanan a ji bo Rojavayê Kurdistanê asteng dike.
Ebdulezîz destnîşan kir ku rayedarên Başûr sedema asteng kirinê jî wekî ku kesên pispor ji bo çêkirina pira di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de tune ne nîşan didin. Ebdilezîz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Komîteya Piştgiriya Rojavayê Kurdistanê ji Başûrê Kurdistanê 40 hezar dolar ji bo kirîna madeyên xwarinê kom kirin. Her wiha penaberên Kurd ên li Ewropayê jî jenerator kirîn û hin bijîşkên Kurd jî alavekî pîvana dil ji bo nexweşxaneya bajarê Hesekê şandin. Lê ev tişt hemû ev bû 12 roj ji aliyê hikumeta Başûr ve hatine asteng kirin û nahêlin ku derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.”
Ebdilezîz, bibîr xist ku ji destpêka vekirina Deriyê Sînorê Sêmalka ve di navbera Desteya Bilind a Kurd û Hikumeta Başûr de biryar hatibû gritin ku deriyê sînor ji bo derbaskirina madeyên alîkariyê û bazirganiyê were bikaranîn. Lê ev bû 5 meh derî bi hinceta pisporên çêkirina pirê tune ne girtiye.
Hêjayî gotinêye ku, deriyê Sînorê Sêmalka ku dikeve dinavbera herêma Başûrê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê de ji 19’ê Gulana 2013’an ve ji aliyê rêveberiya Başûrê Kurdistanê ve hatiye girtin ê rê nayê dayîn alikarî ji başûr ve derbasî aliyê Rojava bibe.