Alîkariya Kurdên li Rûsyayê gihişt Rojava

Alîkariya Kurdên li Rûsyayê gihişt Rojava

Di çarçoveya alîkariyên mirovahî de li gelek derverên Kurdistanê û ji Kurdistaniyên li Ewropayê ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin. Vê carê jî ji Kurdistaiyên li Rûsyayê dijîn alîkarî ji bo Rojavayê Kurdistanê hate şandin, alîkarî ji deriyê sînor ê Sêmalka re gihişte Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê.

Di çarçoveya alîkariya bi gelê Rojavayê Kurdistanê re, ji Kurdistaiyên li Rûsyayê dijîn alîkarî ji bo Rojavayê Kurdistanê hate şandin, alîkarî ji deriyê sînor ê Sêmalka re gihişte Dêrika Hemko ya Rojavayê Kurdistanê.

Duh şandeya KNK’ê bi serokatiya Cemal Şemoyan, bi alîkariyên Kurdistaniyên li Rûsyayê di deriyê sînor ê Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Alîkariyên Kurdistaniyên li Rûsyayê ji aliyê nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ve hatin wergirtin.

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Cemal Şemoyan derbarê hatina xwe ya Rojavayê Kurdistanê de keyfxweşiya xwe nîşan da û berxwedana gelê kurd û YPG’ê silav kir.