Alîkariya Kurdistaniyan gihişte Serêkaniyê

Alîkariya Kurdistaniyan gihişte Serêkaniyê

 Ardê ku gelê Başûrê Kurdistanê ji gelê bajarê Serêkaniyê re şandiye gihişte bajêr û ji aliyê komîteya xizmetan ya Desteya Bilind a Kurd dê were belavkirin.

Ardê ku gelê Başûrê Kurdistanê ji xelkên Serêkaniyê re rêkirbû îro gihişte bajarê Serêkaniyê, ardê ku hate bajêr di bin parastina Yekîneyên Parastina Gel(YPG) gihişte bajêr. Ard radestî komîteya xizmetan a Desteya Bilind a Kurd hate wergirtin û dê ji aliyê komîteyê wê li taxên Serêkaniyê belav bibe.