Alîkariya Qeladizê gihişt sinorê Rojava
Alîkariya Qeladizê gihişt sinorê Rojava
Alîkariya Qeladizê gihişt sinorê Rojava
Alîkariya ku di çarçoveya Kampanya alîkariya ji bo Rojava li bajarokê Qeladizê hatiye komkirin gihişt sinorê Rojava û radestî Heyeta Alîkariya Mirovî hate kirin.
Alîkariya gelê bajarokê Qeladizê ya ku ji bo Rojava di nava 25 rojan de hatibû komkirin gihişt sinorê Rojava. Kampanya komkirina alîkariya Rojavayê Kurdistanê ya bajarokê Qeladizê kû nêzîkî mehekê bû hatî destpêkirin bi dawî bû alîkariya hatî komkirin di 28’ê Sibatê de gihişt destê Komîteya Alîkariya Mirovî ya girêdayi Desteya Bilind ya Kurde.
Endamên komîteya kampanya alîkariyê ya bajarokê Qeladizê dan diyar kirin ku, wan di 3'ê Sibatê de ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanya da bû destpêkirin û kampanya bi awayek serkeftî bidawî bû. Piştî wê alîkariya ku hatibû komkirin di 28'ê Sibatê de hate şandina Rojavayê Kurdistanê. Alîkariya ku hate şandin di heman rojê de gihişt sinorê Rojavayê yê Dergehê Pêşabûr.
Piştî ku alîkariya Qeladizê gihişt ser sinorê Rojavayê Kurdistanê, radestî Heyeta Alîkariya Mirovî ya Desteya Bilind a Kurd hate kirin. Li ser vê yekê endamê Desteya Bilind a Kurd Mehmûd Sefo sipasiya xwe ji bo gelê Pişder bitaybet jibo gelê Qeladizê kir û da diyar kirin ku, ev yeketî û bi berpirsyarî tevger kirina gelê me yê Kurd hemû leyîstokên dijminên me yên li ser Rojavayê Kurdistanê vale derdixe. Herwiha destnîşan kir ku wê şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi piştgirî û dilsoziya Kurdên parçên din yên Kurdistanê ve serbikeve û bigihije armanca xwe.