Alîkariyên Bakûrê Kurdistanê gihiştin Rojava
Alîkariyên Bakûrê Kurdistanê gihiştin Rojava
Alîkariyên Bakûrê Kurdistanê gihiştin Rojava
Alîkariya mirovî ku ji aliyê welatiyên Bakurê Kurdistanê û rêxistina Mîdîko International a Almanî ve hatibûn şandin, gihiştin Rojvayê Kurdistanê.
Alîkariyên mirovî ku ji aliyê welatiyên Bakurê Kurdistanê û rêxistina Media International a Almanî ve hatibûn şandin, di Deriyê Sînor ê di navbera Dirbêsiya Bakur û ya Rojvayê Kuristanê de derbasî bajarê Dirbêsiyê yê Rojava hatin kirin. Alîkarî ji aliyê Komîteya Xizmetê ya Desteya Bilind a Kurd ve hatin wergirtin.
Endamên komîteyê diyar kir ku alîkariya ji ard, savar, şekir, rûn û hin pêdiviyên tenduristiyê pêk tê, bi 10 qamyon û 3 wesayîtên biçûk gihiştine Dirbêsiyê.
Endamê Komîteyê Fehed Ebdo destnîşan kir ku Komîteya Xizmetan dê piştî 27`ê kanûnê alîkariyan li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê li malbatên xizan belav bike.
Ebdo spasiya Kurdistaniyên ku alîkarî şandine û rêxistina Mîdîko International kir.