Alîkariyên ji bo gelê Rojava didome

Alîkariyên ji bo gelê Rojava didome

4 wesayîtên alîkariyê yên li Ranya hatine komkirin ber bi Rojavayê Kurdistanê ve şandin. Endamên Alîkariya Rojava dane diyarkirin ku, ew dê karwana duwemîn jî roja Pêncşemê bişînin Rojava.

Kampanya alîkariya ji bo Rojava ya li navçeya Ranyayê ya Silêmaniyê ji aliyê Tora Alîkariya Rojava (THR) ve hatibû destpêkirin duh bidawî bû. Alîkariyên li devera Ranya hatin komkirin bi du karwanan şandin Rojava. Karwana yekemîn ya ji 4 wesayîtan pêktê ber bi Rojava ve derket rê.

Endamên kampanya alîkariya Rojava ya navçeya Ranyayê diyar kir ku, karwanê alîkariyê dê sibê bigihije sînorê Rojava. Endamê kampanyayê anî ziman ku, alîkariyên ji bo Rojava hatin komkirin dê radestî komîteya kampanyaya alîkariyê ya Desteya Bilind a Kurd bikin.

Endamên Kampanya Alîkariya Rojavayê Kurdistanê (THR) diyar kir ku, karwanaa alîkariyê ya duyemîn jî dê di roja Pencşemê de bişînin Rojava.