Alimên olî komkujiya li Rojava şermezar kirin
Alimên olî komkujiya li Rojava şermezar kirin
Alimên olî komkujiya li Rojava şermezar kirin
Alimên olî yên Stenbol û Amedê, komkujiya di bin navê 'cîhadê' de li gelê Kurd ê Rojava tê kirin, şermezar kirin û gotin, "Li gorî ola Îslamê dev ji piştgiriya van komên çeteyan berdin, bêdengbûna li hember zilma ku ew dikin, minafiqî ye."
Endamên Komeleya Piştgirî û Alîkariya Alimên Olî ya Stenbolê (DÎAYDER), li avahiya komeleya xwe komkujiya li hember gelê kurd ên li Rojavayê tên kirin bi civîna çapemeniyê şermezar kirin. Endamên Platforma Komeleyên Rojhilata û Başûrêrojhilat (DGD), komeleyên derdorê jî piştgirî dan. Pêşî ji bo kesên di komkûjiya Rojava'da jiyana xwe ji dest dane re dua hatin kirin. Di civînê de Serokê DÎAYDER a Stenbolê Mehmet Şîmşek axaftinê kir û alîkariya çekdayînê ya çeteyên girêdayên El Qaîdeyê şermezar kir. Şîmşek, da zanîn ku alîkariya çekê nayê qebûlkirin û anî ziman ku ew hemû kesên zilmê dikin lanet dikin.
Serokê DGD'ê Abdulhakîm Daş jî, diyar kir ku hemû mirov xwedî mafên wekhev in. Daş, da zanîn ku divê gelê kurd jî bi hemû civakan re xwedî mafê wekhev be. Daş, destnîşan kir ku ew komkûjiya li hemberê deskevtiyên gelê kurd ên li Rojavayê tê kirin şermezar dikin û wiha got: "Yên li Rojavayê êrîşê kurdan dikin bi îslamiyetê re eleqeya wan tune ye. Yên vê dikin dê cezayê xwe bikşînin. Divê ji bo Rojava bêdeng nemîn in. Divê hemû gelê çar perçê Kurdistanê li hemberê komkûjiyê bêdeng nemîn in." Di civînê de daxûyaniya çapemeniyê jî Rêveberê DÎAYDER'ê Ekrem Baran xwend. Baran, diyar kir ku piştgiriya herî mezin dide çeteyên ku di bin navê "cîhad" de êrîşê gelê kurd dikin hikûmeta Tirkiyeyê dide. Baran, wiha got: "Li gor dînê îslamê ne piştgirî yên li hemberê van zilman bêdeng bimîn e minafiqî ye."
AMED
Komeleya Piştgirî û Alîkariya Mirovên Olî û Cemeata Alimên Olî ya Mislimanên Amedê, der barê komkûjiya li ser gelê kurd ê li Rojavayê li ber Cemiyeta Rojnamevanên Rojhilatabaşûr daxûniya çapemeniyê lidar xist in. Li ser navê aliman Mele Osman Akçay axivî û diyar kir ku di hiqûqa îslamê de di herêma îslamê de kes nikare dest bi ol, ziman, mal û namûsa kesî; lê îro li ber çavên hemû cîhanê ji hêla komeke ku navê "Mislimantiyê" li xwe danîne zarok û jinên kurdan bi hovane qetil dikin. Akçay, komkûjiya li heberê gelê kurd ên li Rojavayê tên kirin şermezar kir û got: "Banga me ji hemû mislimanan re, li ku derê cîhanê dibe bila bibe li cem gelê mazlûm cih bigirin."