Alimên Rojava piştgirî dan pêşniyara Ocalan

Alimên Rojava piştgirî dan pêşniyara Ocalan

Piştgiriyên alimên olî ji pêşniyara Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya “Konferansa Îslama Demokratîk” didomin. Alimê ola Îslamê li Rojavaya Kurdistanê Mele Mihemedê Xerzanî da zanîn ku Konferana Îslama Demokratîk pêşniyarekî gelek pîroze û bang li oldarên Kurd kir ku li dora pîvanên rastî yên Îslamê xwe birêxistin bikin.

Piştî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtina xwe ya bi parlementerê Partiya Aştî û Demokrasî (BDP) re pêşniyara Konferansa Îslamiya Demokratîk kir, ji aliyê oldarên Kurd ve piştgiriyek mezin dît. Yek ji alimê îslamê yê navdar li Rojavaya Kurdistanê Mele Mihemedê Xerzanî li ser pêşniyara konferansê ji ANF’ê re axivî û da zanîn divê di aliyê fikir de xwe nû bike û rojane bibe û wiha got “Konferana Îslama Demokratîk pêşniyarekî gelek pîroze. Ez ne li gel wê me ku oldar tevgerek siyasî, serbixwe ava bikin. Bes siyaset ji zanista jiyanê ye. Em îro qala çi bikin di nav de siyaset heye. Divê di Konferansê de komîteyek Ulema bê avakirin, şaştiyê olî destnîşan bike.  Dîsan miletên misliman Kurdan nasnakin, ragihandina me ya olî jî lewaze, gelek kes Kurdan wek kafir dibînin. Dibe Kurd jî di Konferansê wiha de xwe bidin naskirin.”

Mele Mihemedê Xerzanî bibîr xist ku Konferansa wiha dereng maye û axaftina xwe wiha domand: “Diviyabû ev konferansa îslama demokratîk ji zû ve çê biba.  Jiber oldarên Kurd pirr dûrî harekete siyasî ya Kurd ketin û dîwar di nava  hareketa siyasî ya Kurd û oldaran hate lêkirin. Gelek oldarên îslamê yên Kurd niha di konferansa îslamê dene û ûlemayê mezinin. Heta niha oldarên Kurd ên Misilman xwe tevger nekirine, lewma ji aliyê gelek hêzên siyasî ve ji bo berjewendiyê xwe hatine tên bikaranîn. Tevgera azadiya gelê Kurd jî ji bo xwe bigîne oldarên Kurd zêde hewl neda.” 

Mele Xerzanî balkişand ser di îslamê de akîde,  fikiyetê, girêdana Îslamê bi demokratiyetê û wiha got “Ev konferansa îslama demokratîk a Rêber Ocalan pêşniyar kiriye, tiştek gelek başe. Her çend gotina demokratîk ji aliyê ejnebiyan hatibe derxistin û her tiştên ejnebiya derxisteye em bêjin ji me re nabe, şaşitiye. Gotina hezretî pêxember (aws) me, “rêveberiya rast li ku hebe mirov ji bo xwe bigre”, dîsan em niha nikarin di dema hezretî pêxember de bijîn, bi gelên din û olên din re wek wê demê nêzîk bibin û tiştên wê demê di roja me de bijîn. Akîda îslam ji sê beşan pêk tê. Ya yekê; bi baweriya xwedê, roja qiyametê û pêxembera ye. Ya dudiyan; lêmêj, rojî û îbadete. Di wan akîdan de  guhertin nabe. Lê akîda, fikiyetan,  danûstendina bi mirovan re her dem guhertin dibin. Dem tê guhertin, cih tê guhertin li gora wê fikiyet tên guhertin.” 

Mele Mihemedê Xerzanî di axaftina xwe qala dîroka Îmam Şafî kir û çawa di Bexda cûda û Misrê cûda şekil daye Mezbehê Şafîtiyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îmam Şafî mezhebek bi temamî li Bexda’yê temam kir û nivîsand. Piştî çû Misrê ev nêrînê û mezhebê nîvisandibû ji gelek aliyan guhert. Dema jê pirsiyar kirin te çima nêrînê xwe guhert, wî jî got “dema min ew nivîsandin kiribû ez li Bexdê bûn, lê ez niha li Misrê me, guhertin di demê û cih çêbiye.” Navê demokrasiyê li ser îslamê ne navekî biyaniye. Di mefûmê Îslamê de demokratî heye. Ji ber  Qur-an jî dibêje bi gelên xwe, derdorê xwe, bi necar, saziyên xwe bişêwire. Ev jî tê weteya demokratiyete. Di îslamê de jî wiha ye, dibe raya her rengê civakê di rêveberiyê de hebe. Demokratiyet di îslama rast de heye. Kes destê xwe nade akîdeyan û lê fikiyet ji bo dem û cihe tê guhertin.”
Li ser tevgerên radîkal ên bi ser navê îslamê kiryaran dikin Mele Mihemed Xerzanî ji hezretî Pêxember (aws) mînaka gotinê xwe domand “Niha van kesên li ser navê îslamê dijminatiya îslamê dikin, xwe dispêrin dema hezretî Pêxember (aws). Lê şaştiya herî mezine. Gelek bûyer hene di dema hezretî Pêxember (aws) hatine jiyîn. Carek yek kes şaştî dike, Hz Omer dibêje em serê wî jêkin, lê hezretî Pêxember (aws) dibêje em ê çewa serê wî jêkin û gel wê bêjin hz Muhamed hevalê xwe dikuje. Xwedê li ser nermiye, îslamiyet jî bi hizir belav bûye. Carekî yek derketiye bi hişkayî gotiye adaletê bike, hinek kesan gotiye em bikujin. Wê deme hezretî Pêxember (aws) dibêje dê wek wî ya dê gelek derkevin, dê xwendina we dê ji ya wan hindeke, pirr Qûr-an’ê dixwenîn, nimêja we li beramberî ya wan hindike, rojiya w eli beramber rojiyan wan hindeke. Yan wan kesan nimêj dikin, rojî digrin, riya xwe dirêj dikin. Lê zîhniyeta wan hişke. Hezretî Peyxember (aws) dibêje tu niha wî bikuje jî ne çareye, dê vê zihneta her hebe. Ev zihniyet jî di encama zilmê çêdibe. Ger demokratiyet bi her aliyan hebe, wan tevgerên wiha jî dernediketin”. 

Lê ser êrîşên li ser Rojavaya Kurdistan bi navê îslamê tên kirin de Mele Mihemed wiha got “Em ne dijminê tu gelane. Ne yê Ereb, ne yê Tirk, ne Fars ne jî Suryana ne. Niha ev El Qaîde ku êrîşî Kurdan dike û dixwaze Kurdan wek kafir nîşan bibe, ne li ser navê îslamê ne jî ser navê Ereban tevdigere. Ger şerê Kurdan bi Ereban re bana, heta niha em ê li hev rûniştina û me çareseriyekî peyde bikra. Ya me lêborîna xwe ji wan bixwestana, ya wan ji me bixwestana û meyê çareyekî peyde bikrana. Lê wanê êrîşî herêmê Kurdan dikin hinek ji Çeçenîstanê hatine, hinek ji Pakistanê hatine, hinek ji Misrê, hinek ji Tûnis, hinek ji Ewropa, Tirkiyê, heta ji Emerîka hatine. Navê wan jî cûdane, nermî û hişkiya wan jî cûdane, armancê wan jî cûdane lê ser tine kirina Kurdan dibin yek.”