Aliyê veşartî yê çalakiya dîrokî ya Çelê
Aliyê veşartî yê çalakiya dîrokî ya Çelê
Aliyê veşartî yê çalakiya dîrokî ya Çelê
Çalakiya bi sedan gerîla ya 2011 li Çelê ku hemwext êrîş li ser bi dehan hedefên leşkerî kirîn di rojeva navneteweyî de pir hate nîqaşkirin. Hêzên gerîla di 19'ê Cotmeha 2011'an de saet di 01'ê de, li dijî tugaya navendî ya Çelê, karakola polîsan, alaya Bilêcan û hemû çeper û cihên kontrolê çalakî lidar xistin. Lê belê ji ber ku artêşa Tirk di dema vekişîna gerîla de li Geliyê Tiyarê di serî de Napal gelek çekên kîmyewî bikar anî, 35 gerîlayan jiyana xwe ji dest dan.
Çalakiya Geliyê Tiyarê ya ku 35 gerîla tê de jiyana xwe ji dest dan bi minasebeta 2.salvegera çalakiyê ku di van rojan de bû, em bi hinek gerîlayên tevlî çalakiyê bûyîn re axivîn. Gerîlayan rûyê veşartî yê şeva 17 Cotmehê û sê rojên li dû vê anîn ziman.
Li ÇELÊ YA JI 8 HEZAR MIROVÎ, 20 HEZAR LEŞKER HATINE BICIHKIRIN!
Piştî ku bi avêtina gava 15 Tebaxa 1984 an şunde berdewamî dana xebatên xwe ku di aliyê coxrafî de ev herêm li gel Başûrê Kurdistanê di xeta sînor de ye, dewleta Tirk ev herêm hema bêje hemû bi karakolan û hêzên leşkerî dagirtiye. Gelê ku li Çelê dijî hejmara wan 8 hezar e lê belê hejmara leşkerên ku lê hatine bi cihkirin 20 hezarin. Yekîneyên Tûgaya Komando ya Bolûyê ku bi komkujiyên xwe yên salên 90 di mejiyê mirovan de cih girt, li vê herêmê polîtîkayên xwe xist meriyetê.
Çalakiya leşkerî ya ku gerîla pêkanî li gorî bicihkirina van hêzan hatibû plankirin. Çalakiya Çelê ya ku gerîla pêkanî ji bo bîranîn û tolhildana Endamê Desteya Rêveber a KCK’ê Rûstem Cûdî, fermandara HPG'ê Çîçek Botan û fermandar HPG Elîşêr Koçgirî û 11 gerîlayên ku di encama topbarana balafirên artêşa Tirk li ser Xakurkê de jiyana xwe ji dest dabûn, hate kirin. Gerîla bi vî rûhê xwe wê çalakiyekî berfireh û dijwar kiribane armanc û şoqek di hêzên “dijmin” de dabana çêkirin ku wê mesaja wê çi komkûjiyên bêne kirin bê bersiv nemînin bihata dayîn.
DI NAVA HERDU HÊZÊN ŞER DIKIN DE ZAP XWEDÎ CIHEKÎ TAYBET E
Hêzên gerîla yên ku tevlî çalakiyê bûn bi giştî cihên xwe girtibûn û bi teqîna guleya yekem a êrîşê de, çeper, karakol û avahiyên artêşa Tirk xistibane dibin agir de. Di demên pêştir de li herêmê çalakiyên gerîla çêbun, lê belê ji salên 1990 şûn de cara yekeme çalakiyekî gerîla ewqas berfireh pêk dihat. Artêşa Tirk ku ji hemû aliyan ve çeper û baregehên wan bi çekên giran hatin bombekirin, di hêzên artêş û leşkeran de şoqek mezin çêbû. Leşker û polîsên ku li ser gel teror dimeşandin demeke dirêj di bêdengiyê de man.
Yek ji hêzên çalakiyê quweta Zapê bû û di hedefa wan de bayrak tepe hebû. Piştî ku artêşa Tirk di Sibata 2008 li Zapê windahiyeke mezin jiya, ev herêm ji xwe re kiriye weke meseleya namûsê. Ji vê derê berdewam herêma Zapê dide ber topan. Hemû quwetên li derdora Zapê ji cihên weke Qeyserî û Bolû anîne û bi tevayî hêza teybet a bi peretî hatiye bi cihkirin.
Li ser vê rastiyê jî hêzên gerîla yên ku girêdayî quweta Zapê bi taybetî hedefên xwe destnîşan dikirin. Artêşa Tirk ku li bayrak tepe hatibû bi cihkirin hatin hedef girtin. Ji bo her du aliyên şer Zap di rewşa cihekî stratejîk debû. Yek ji sedemên ku gerîla hedefên xwe bi baldarî hilbijêrin jî ev bû. Hêzên leşkerên Tirk ên ku li Kurdistanê hatine bi cihkirin ji bo xwe ji hêzên gerîla biparêzin, girik, çeper û hemû cihên ku lê hatine bicihkirin hemû weke qelehan asê çêkirine. Weke hemû girên li derdora Çelê, bayrek tepe jî yek ji van qelehên ku li derdora Çelê hatine çêkirine.
GERÎLA DI HEMAN DEMÊ DE ÊRÎŞÎ SER BI DEHAN HEDEFÊN LEŞKERÎ DIKE
Bayrak tepe dikeve navbera girê Zap û geliyê Zapê. Hêzên gerîla yên ku tevlî çalakiyê dibûn, piştî ku êrîşên gerîla yên hemwext û hemû baregehên leşkerî digre nava xwe de, wê şahidiyê ji qêrîn û bêdengiya mirinê ya ku artêşa Tirk ketinê de kiribane. Ji ber ku bi sedan gerîla hemwext û bi çekên giran êrîşî ser çeper û baregehên leşkerî dikirin û firsend ji leşkeran re ku berxwe bidin nedihate dayîn. “aslan mehmetçik” ku ketin di şoqê de, piştî ku li hemberî êrîşekî ewqas mezin û berfireh a gerîlan hatin cihê xwe ji mehmetçîkên ku heyanî devê wan vedibû dikirine qêrîn, kirîzên mirinê derbas dikirin û dixwestin xwe bi dûayan xilas bikin re hêlabûn.
Çalakiyên gerîlan yên weke Bêzelê gelek çêbûne. Lê belê çalakiyekî ku hemû herêmê digre nava xwe cara yekem bû gerîla pêk dianî. Gerîla di heman demê de êrîş dikire ser tabur û karakolên polîsan ên li hundirê navçeyê, di heman demê de jî li baregehên leşkerî yên li derdora navçeyê dixist û di heman demê de tevayî herêmê dorpêç kiribûn.
Çalakî bi şev saet di 01 de destpêkiribû. Heyanî saet 11'ê rojê dorpêçî berdewam kir. Leşkeran di nava karakol û çeperên xwe de bêy ku tu berxwedanê nîşan bidin di cihên xwe de hişk sekinîbûn. Gerîla cardin şahidî ji matmayîn û şoqa ku leşkerên Tirk derbas dikirin re dikirin.
JI BO BÎRANÎNA RUSTEM CÛDÎ, ELÎŞÊR KOÇGIRÎ Û ÇÎÇEK BOTAN
Dewleta Tirk bê rawestîn êriş dike li ser nirxên Gelê Kurd. Şert û mercên giran ên tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Pêlên terora li ser gel bê rawestîn berdewamin û li ser hêzên gerîla ji hewa û bejayî êrîş berdewamin. Windahiyên gerîla yên ku di van êrîşan de hate dayîn, di nava gerîla da hêrsa tolhildanê dida çêkirin. Bi şehadeta Rêveberên KCK’ê Rustem Cûdî, Elîşêr Koçgirî û Çîçek Botan ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve, piştî ku ev fermandarên gerîla hatin qetilkirin, di gerîla da bê tehmiliyekî mezin û hêrsa tolhildanê da çêkirin û ev çalekiya gerîlan jî li ser vî bingehî hate kirin.
Yê ku çalakî lidar xist, fermandarê koma gerîla Brûsk bû. Gerîlayên ku wê rojê li gel wî tevlî çalekiyê dibûn wê gotinên ku pêwiste wê rojê ji fermandarê gerîla Brûsk bihîstibane, “em bi hêzin, dijmin ji xwe bê hêze, wê demê em dikarin li dijmin bixin. Dîsan jî ji bo em windahiyên komî nedîn pêwiste em ne bine hedef.”
Artêşa Tirk ku bi rêya keşifên xwe zanîn ku hêzên gerîla di nava tevgerê dane, hewildidan xwe bi rêya karanîna teknîkê biparêzin. Bi şevê termal û rojê jî gerîna keşifan, hewildidan tevgerekî herî biçûk ya gerîlayan kontrol bikin. Ji ber vêna jî gerîlayên ku diçûne bayrak tepe hîna tam ne gehiştîne cihê xwe hatin ferqkirin û dane ber topbaranê. Lê belê tişta ku leşker vala derdixist, dewlemendiya rêbaz û textîkên gerîla bûn.
GERÎLA BÊYÎ WINDAHIYAN BIDE YEK BI YEK ÇEPERAN DIXE DEST!
Ji ber gerîla ketibûne di nava leşkeran de, êdî leşkeran ne dikarîn çi li kîderêye ji hevdû derbixin. Gerîlayên ku çûne Bayrak tepe tenê windahiyek jî ne dabûn. Gerîlayên ku di Bayrak tepe de li 13 çeperên leşkeran xistîn, ew çeperên ku çûne ser de bi dehan termên leşkeran ditînin û bêy windahî biden paşda kişandin.
Artêşa Tirk ya ku ketiye di bêdengiyê de, hewildida rêbaza ku gerîla bi karanîn fambikin. Di salên dawiyê de rêbazekî ku herî zêde serî lêdida bû. Piştî ku bi leşkeran nedikarîn li pêşberî gerîlan li ber xwe bidin vê carê bi hêza teknîkî dews û şûpên gerîlan bi keşîfan di şûpandin û bi hêza hewayî û bejayî teknîka xwe bi kar danîn. Dîsan jî gerîlayên ku xwedî rêbaz û textîkên hilbijartî, dikarîn di nava dilê “dijmin” de lêbixin û teknîka wan bê bandûr dikirin. Teknolojiya ku artêşê pêşxistî, gerîlan li pêşberî vê yêkê tedbîrên xwe digirtin, amadekariyên xwe dikirin.
ÊRÎŞÊN GERÎLA LI NAVA LEŞKERAN RÊ LI BER TIRS Û BÊBAWERIYÊ VEDIKIR
Li raxmê hemû teknîka artêşa Tirk, hêzên gerîlan bi şêweyekî bêy tirs êrişî di kene ser çeperên herî asê, vê yêkê jî di artêşa Tirk de bê bawerî û tirsekî mezin dida çêkirin. Di çalekiya Çelê de di asta herî jor de tişta ku di hat jiyankirin ev bû. Di leşkeran de psikolojiya xwe parastin, tirs û xwe xilaskirin refleksên wanên herî ku di pêşde jiyan di kirin bûn.
GERÎLA BI ROJAN LI DORA LEŞKERAN MAN
Gerîlayên ku li herêmê ji bo çalekiyê çûyîn çend rojan pêş de cihê xwe girtin û dest bi şopandina artêşa Tirk kiribûn. Ji ber herêm herêmekî ku berdewam di navbera gerîla û artêşa Tirk de şer lê dihatine kirin, ji ber vê yêkê jî carna çalekiyên ku ne di hesabê de ji çêdibûn. Li raxmê ku gerîla çar rojan li derdurê çeperên leşkeran mayîn jî, rûhê leşkeran jî bi vê yêkê ne hesiyan. Tenê tiştên ku ne di planê de çêdibûn.
Pêş demekî mayînekî ku gerîlan çandibû teqiya û dîsan jî ji ber di heman rojan de serok komarê Tirk Abdullah Gûl hatibû herêmê, leşkerên Tirk li ser hev operasyon derdixistin û derdor topbaran dikir. Li raxmê vê yêkê jî ne dizanîn ku gerîla di nava amadekariyên dûrpêçkirin û çalakiyekê dene, çi agahiyên wan jê tûnebû. Her sal pêş ku bikevine zivistanê ew operasyona ku leşkeran li ser derdor dikir jî xilas bibû. Li raxmê ku gerîla di bejayê de bûn jî, leşkeran ferq nekiribûn.
FERMANDAR BRÛSK QEDERA ÇALAKIYÊ DIYAR KIRIBÛ!
Di gerîla de fedekarî û ket kemera wî ya piştê dida çêkirin. Keda bêy hesab dibû sedem ku gerîla di şert û mercên herî zor de serkeftinê bi dest bixwe. Ji alanên din hatina vê herêmê li gel herêmê girêdayînekî derunî di demekî herî kêmde dida çêkirin û têkiliyekî gerim dida çêkirin. Ji ber vê yêkê jî hemû demê dixwast pêş hevalê xwe biçe ser çeper de û dixwast barê wîna jî hilbigre.
Bi dilnizmî û keda xwe, fermandarê gerîla ku heta mirov dikare bêje fermandarekî gerîlan yê ji tovikê hatiye afirandin, fermandar Brûsk bi salan di şert û mercên herî giran de li cihên weke Dersim, Koçgirî û Karadenîz fermandariya yêkîneyên gerîla kiriye. Ji destpêka çalekiyê heyanî çirkeya dawiya jiyana xwe ji dest dayî de ji gerîlayên herî kevin û yên herî nû, bi hemû gerîlayan re yêk yêk eleqedar dibû, ji bo serkeftina çalekiyê ket û hewildan dida.
Dema ku di çûne çalekiyê ji tevayî hevalên xwe re şiyariyên ku wê çewan tevbigerin, cihên ku pêwiste jê bizivirin û demên wêna di got. Ev ket û xwebata wîna di çalekiyê de qasî diyarker jî bû, di bê şansiyekî herî mezin de bi lêxistina yêkem ya balefirên şer re jiyana xwe ji dest dayîn hêla ku artêşa Tirk encam jî bigre. Ger di êrişa yêkem ya balefiran de canê xwe ji dest ne daba, xwe feda jî kiriba wê beşekî mezin yê quweta gerîlan ji wir derbixista.
Brûsk baweriya ku ji tecrûbeyên xwe yên ku bi salan qezenç kirî bi bê tirsî û hem jî bi şeklekî bawerî bidet di plan danînê de bi şêweyekî ji xwe bawer tevdigeriya. Ji ber vê teybetmendiya xwe Brûsk hema bêje di nava gerîlan de weke sembolek lêhatibû. Di destpêkê de şahadetbuna wîna di hevalên ku bune şahidê vana di wan de hestekî weke ku çiyayek mezin ketî da çêkirin.
Gerîla bi sîstema fermanî dimeşiyan. Lê belê hinek kar jî di encama yekkirina ruh û îradeya ku ji fermanan zêdetir dikarî encama serkeftinê werbigire. Brûsk fermandarê eniyê bû. Li raxmê vêna jî gerîla li gel gerîla, li gel şervanan şervan bû. Karê yêkîneyê (tabur) di serî de heyanî hemû karên fermandaran jî bi rêve dibir. Ji bo serkeftina çalakiyê bi hemû heyîna xwe dixebitî. Dema ku dikete nava karekî de bi temamî bi baweriyek mezin û bi ruhekî jê bawer dikir. Ji bo wêna jî dema ku li cihekî dirûnişt hevalên gerîla li dora wîna komdibûn û di xwastin şahidiyê ji sûhbetên wî ra bikin. Di sihbetên wî na da ji tewrî zêdetir, tecrûbeyên pratîkî, bawerî û sedakat derdikete holê. Psikolojiya şer baş dizanî.
ARTÊŞA TIRK JI BRÛSK DITIRSIYA
Di dema çalakiyê de gerîlayekî ku di bin fernadariya gerîla Brûsk de got ku, “ dema ku di çû ser dijmin de çav sor û bêy du dilî bû.” Bi salan ji ber ku Brûsk bi salan nava şerên herî germ de mabû, ji bo wêna jî hemû textîkên artêşa Tirk dizanîn. Bi textîkên gerîla yên herî bi bandor şer berfireh bibû. Ji ber di temenê bûçik de tevlî nav refên gerîla bûyî di nava gerîla de bijivtibû, gelek caran jî hemberî Brûsk komplo jî dabûne çêkirin. Lê belê di her carê de wîna ew komployên li ser xwe vala derdixistin.
Bi gotinên xwe yên ku “ em jiyanekî nû di afirînîn, em dikarîn hêza vê jiyanê jî çêkîn. Ji ber vêna jî bê sinir tevlîbûna vê pêvajoyê, rastiya vê pêvajoyê jî derdixwe holê,” dixwast ku cîhanekî nû bi afirênê. Xwedî teybetmendiyên herî bi hêz yên ku pêwist bûn li gel fermandarekî bin.
BALAFIR LI GELIYÊ TIYARÊ KÎMYAYÊ BIKAR TÎNIN
Gerîlan piştî çalakiya mezin ya Çelê, amadekariyên derbeya mezin li leşkerên artêşê yên ku derketibane eraziyê xistibane. Lê belê artêşê ji ber derbeya giran ya ku xwarî ji bo ne derketina erazî, bêdengî û ne meşîna ku ketiyê berdewam dikir. Li cihê vêna bi teknîkê gerîla bi şûpîne û li geliyê Tiyarê bi balafiran çekên kîmya yê li ser gerîlan bi kar bînin û gerîla qetil bikin.
FERMANDARA ÇALAKIYÊ YA SADE RÛKEN BÛ
Di asta rêveberiyê de ya ku tevlî çalekiyê bûyî, ji fermandara YJA-Star Rûken Bîngol bû. Piştî demek dirêj ku li herêmên gerîla di nava xwebatên sazîbûyînê de mayî şûnda tevlî nav refên HPG’ê bû. Ji bo arîkariya hevalên xwe bike ji dil û can bêy tû hesab tevlî nav kar dibû. Ji bo serkeftina çalekiyê ketek bê hempa dida. Weke jinek bawer dikir ku azadiya jinê di xeta Rêbertî de derbaz dibe, ji bo serkeftina vêna jî bi hemû hêza xwe di xwebitî. Ji ber vê yêkê çiyan, gerîlan giring dibîne û tekûşîn dikir.
RÊBERÊ ÊRÎŞA BÊ ŞIKESTINÊ DIJWAR
Hemû gerîlayên ku tevlî çalakiyê buyîn rûh û cesaretekî bi hêz nîşan didan. Dema ku li ser zûrlî û zehmetiyên şer re, zûrî û zehmetiyên werzî û xwezayî danî ser, li pêşberî van hemûyan gerîlan bi îradeyek bi hêz şer dikir. Dijwar ku di asta fermandarê bêlîkê de tevlî şer bûyî, bi cesaret û hêza xwe ya êrişkirinê hema bêje quweta pêşberî xwe bi rih ve derdixist. Li rexmê ku di 2006’ê de tevlî gerîla bûyî jî, bi tecrûbeyên ku qazanc kirî, moral û cesareta wîna di nava gerîla de ketibû di astekî baweriyekî herî mezin de. Di ferqa tekûşîna ku di meşan de bû, li gorî pîvanên şer û mercên wêna xwedî seknekî fedayane bû.
HEWAN LI DILÊ DIMIN DIXISTIN!
Gerîlayekî din yê ku tevlî çalekiyê bûyî jî Serdem bû. Li raxmê ku ne demek dirêje di nava refên gerîla de ye jî, tevilbûn, cûş û motivasyona wîna di nava gerîla da zû hate heskirin. Di qada piratîkî de mezin bibû. Di jiyana xwe ya sivîltî de dibistanên şevînî jî di navde, piştî ku li cihên weke rûyê hindirîn yê sîstemê naskirî de mayî tevlî nava refên gerîla bû. Di dema çalekiyê de hewan bi kar tîna. Tevilbûn û pratîkbûna wî zû çêbû. Armanca wî ya herî mezin çûna Dersimê bû. Di çalekiyê de rola xwe dileyîst. Di çalekiya ku gelek çekên giran têda hatin bi karanîn de, li pêşber dijmin rola xwe pir leyîst. Sedema wî ya ku zû pêşketî girêdayîna wî ya bi Rêbertiyê re bû. Ji ber xwe li ser rewş û azadiya Rêbertiyê re kiribûn yêk, ji ber vêna jî her çalekiya bi vî rûhî tevil dibûn encam di girtin.
ROJNAMEVANÊ CIWAN ÇEKDAR
Di nava refên gerîla de navê xwe kiribû Çekdar. Li raxmê ku di nava refên gerîla de nû jî bû, bi xwezayî bûna xwe, kedkarî û rûyê xwe yê bi kendi nava refên gerîla de zû bû sembola hezkirinê. Zêde çiya û rastiya şer jiyan ne kiribû. Bi vê boneyê jî di şert û mercên herî zûrde di nava refên gerîla da rojnamevantî kirin ji bo wî ew çend ne hêsan bû. Yên ku şer dikirin şerker bûn. Lê bele ger di qada şerde bimîne weke rojnamevanekî jî pêwist bû hinek tecrubeyên şer jî bizanibe. Wê çewan xwe ji ber gûleyek hewanê, ji ber êrişekî balefiran ya hewayî çewan bi parêze pêwist bû zaniba. Lê belê ji ber di temenê pir ciwan de ji bo van rastiyan bi raya navnetewî bidete zanîn, ev rojnamevanê ku li ser vî bingehî dest bi rê kirî, lê hîna ne di rewşa zanîna van tiştan de bû. Ji bo wî Kurdistan coxrafiyayekî ku ji bo bombebarankirina artêşa Tirk cihekî vekirî bû.
Piştî derbeya mezin ya ku gerîlayan li Çelê li artêşa Tirk dayî, cardin bi şeklekî ku ew şexsiyeta xwe ya dîrokî dana pêş, bi karanîna çekên napal û kîmyayî, rojnamevanê ciwan Çektar jî di nava wan gerîlayên ku bi dehan artêşa Tirk qetilkirî da bû.
Gerîlan çalakiyekî bi serkeftî kiribûn. Şerê ku piştî çalekiyê dihate hêvîkirin ji ber ne derketina leşkerên Tirk ya bejayê ev şerê erazî çênebû û gerîlan dest bi paşda kişanê kiribûn. Paşda kişan tenê dikarî li ser riyan bête kirin. Yêk ji van jî geliyê Tiyarê (kazan vadi) bû. Riya din çiyayên Samuray bûn. Çiyayên Samuray ji bo gerîlan cihên dest dayî bûn. Lê ji ber sedemê werza zivistanê bû, berfa ku zû barî, zozanên Samurayan spîkiribûn. Li vê derê jiyan û derbasbûn xistibû di rewşekî zehmet de. Sermaya ku şevê heyî ji bo yên di çiyayê Samuray ra derbas bibe bi serê xwe întihare û dibû sedema gelek seqetiyên din yên ji ber sermaya berfê çêbibane. Tenê yêk rê dima. Wê vekişandin di geliyê Tiyarê re çêbibe.
Gerîlayên quweta Zapê ku li ser tabura leşkeran çalakî pêk anîn, bi dayîna windahiyekî tenê çend gerîla sivîk birîndar bibûn. Ji dervey vêna gerîla dû rojan di erazîda man û li raxmê şerê kobran hîç windahî nedan. Ev serkeftina çalekiyê di tevayî gerîlan de moral û motivasyonekî di asta herî jor da dabû çêkirin.
LEŞKER BI ARMANCA TOLHILDANÊ TEVGERIYAN!
Binketina ku artêşê li hemberî gerîlan jiya, dibû sedem ku weke dîn û haran êrîşî hemû aliyan bikin. Di asta herî jor de ji Enqerê fermandar û general ber bi herêmê ve herikîn. Tevgerek û xebatekî mezin destpêkiribûn. Şûpandina bi riya teknîkê yêk ji van falyetan bûn. Tevgera gerîlan ya ji derveyî pîvanan dema ku li rastî şûpandina teknîkî dihat, di bû sedem ku hedefên vekirî derkevin holê. Dema ku hedefek ev çend vekirî derdikete holê ji bo artêşa Tirk ya ku bi agirê întiqamê dikeliya, dibû firsetekî ku zû bi zû bi dest nakeve.
Piştî ku rêya gerîlan ya têre derbasbûnê keşifkirin li ser hev li paş û pêşiya riya gerîlan bombe barandin. Gerîlayên ku di bin topbaranekî li ser hev de mayîn, piştî demekî ne bi dexwaza xwe jî be li gel hev li cihekî kom bûn. Piştî ku ev kombûna gerîlan ya li cihekî ji hewayê ve hate keşifkirin, weke pêştir artêşa Tirk fêrbûyî vê carê jî bi hewayî û bejayî ev herêm da ber topbaranê û ji bo ku yêk zindî jî ji vir xilas nebe bi çekên weke napal û kimyayî qetliamekî komî pêkanîn.
Du rojan li ser hev hejmarekî gelek ya balefirên artêşa Tirk li ser rêya ku gerîla têre derbasdibûn û cihê lê kom buyîn bi seatan topbaran dikirin. Ev karanîna çekên kimyayî û napalê ya ku kiryara dewleta Tirk ya ji derveyî mirovatiyê li ser gerîlan, ji ber ev devera ku gerîla lê ne cihekî zêde ji bo xwe parastinê jî dest dayî bû her seata ku diçû hejmara windahiyên gerîla zêde dibû. Weke ku tû bêjî balefirên şer li gel yên keşfê bi heway ve hilawistî mayîn li gel hev parelel, li ser hev çekên weke napal û kimya li ser gerîlan dibarandin. Tevgerekî herî biçûk ya gerîlan jî asteng dikirin. Geliyê ku derketina jê zehmet bû li ser hev ji serî heyanî binê gelî dihate bombebaran kirin. Ji bo ku tenê yêk zindî jî xilas nebe, bêy du dilî artêşê hemû curên çekan, napal û teknîk bi karanîn. Piştî ku herêm bi giştî hate topbaran kirin bi xwezayî di grubên gerîla de tevger bu sifir. Wek bêjî li cihê xwe girêdayî mayne.
BI SERÊ SIHARÊ RE JI NAVENDÊ BÊHNA SÊVÊ BILIND BÛ
Topbaran ji hewan û erdê du rojan li gel gerîna balafirên keşfê berdewam kir. Bi şeklekî vekirî li pêşberî çalakiya gerîlan dewlet ji bo binketina xwe telafî biket, hewil dida gerîlan bi karanîna teknîkê asê biket û encamek bi dest bînê. Ji bo vê yêkê jî wê balafirên keşfê wek di hewan de rawestayî bi sekinin û li ser hemû girik û cihên ku gerîla lê disekinin bi topan lêxistiba. Piştî topbaranek ew çend giran, roja duyê di serê siharê de ji derdor û navendê bêhna sêvên rizî û girsikan bilind dibû. Bê gûman ev ne bêhna fêqî bû, hevalên ku ev bêhin ketî bedenê wanê zindî piştî ku gerîlan dilhelîna mirinê rakirin êdî zanîbûn ku balafiran çekên kimyayî û dûman bi şewatker bikar anîne.
Piştî ku ji erdê û hewayê du rojan li ser hev topbaran pêkanîn, helîkopterên kopra jî hatin ser alanê û dest bi nêçîra mirovan kirin. Kobra bêy tirs diketine nava gelî û digeriyan. Her zindiyê ku xwe dilivand didan ber topan. Gerîlayên ku belavî erazî bûyîn li hemberî kobrayan tenê bi çekên şexsî dest bi şer kiribûn. Gerîlayên ku di berojan da mayîn, bi qehremanî şer dikirin. Ji aliyekî ve li ser wan çekên herî moderen yên serdemê dihatin bi karanîn û li pêşberî vêna jî gerîlan bi çekên şexsî şerê onûrê dimeşandin.
Kobran gaza kimyawî bikar danîn
Piştî şerê demdirêj ê di navbera gerîla û kobrayan de, ji gerîlan hinekan jiyana xwe ji dest dabûn û yên mayîn jî di cihên xwe de sekinî mabûn. Ber bi şevê ve komek mezin a leşkeran ber bi cihê gerîlan ve ketin hereketê. Gerîlayên ku di destê wan de çeka wan heyî li hemberî leşkeren derketine operasyona dest bi şer kiribûn. Piştî ku artêşa Tirk famkirin di alanê de hîna gerîlayên sax mane, piştî leşkerên xwe paşda kişandin şûnde cardin balafiran herêm dane ber topbarana û vê carê kobrayan bombeyên gazê bi kar anîn. Di serê roketên ku dihatin avêtin de gaza ku dihate bi karanîn cardin hawîrdor bi bêhna sêv û girsikên rizî tejî kiribû.
Ev gaza ku nû hatî avêtin di gerîlayên ku li erazî hîna sax mayîn de rewşên weke serêşî, li hevketina mîde û dil rabûn, ji çavan hatina rûndikan û çavtarîbûn dabû çêkirin. Gazên ku hatîn avêtin di gerîlayên ku di kûrahiya gelî de diman hîn zêdetir bandor dida çêkirin. Yên ku li berojan diman ji ber herîkîna hewayê li vêrê zêdetir bû, bandorbûyana wan ji ya yên di gelî de diman kêmtir bû.
TANG KETIN DEWRÊ
Dewleta Tirk li ser gerîlan hemû cûre teknîk bi kar anîbûn. Dîsan jî nikarîbûn hemû gerîlan îmha bikin. Weke ku pêştir jî dewleta Tirk kirî dîsan vê carê jî şer bi bûyekî herî qirêj dimeşand. Li raxmê ku bi karanîna çekên kîmyayî di zagonên şer ên navneteweyî de qedexe jî bûn, li çiyayên Kurdistanê li hemberî gerîlan bi kar tîna. Heta li pêş çavê hemû cîhanê.
Piştî bi karanîna gaza bi kîmyayî çend seatan şunda tangên ku ber bi geliyê Tiyarê (kazan vadisi) ve bi rê ketin li pêşiya xwe maşîneyên gundiyan xistibûnê û dihatin. Wek ku hercar ev rêbaz bikar dianî, ger di rê de mayînek hatibe çandin ji bo bi maşînên sivîlan ve biteqin. Wê demê hem dewlet wê ji êrîşê jî xilas biba û hem jî antî-propagandeya ku gerîla li hemberî maşînên sivîlan mayîna diçîne jî kiriba.
Gerîlayên ku di girên li pişt gund de diman careke din bi hêza leşkeran a ku hatine vê rê re ketine nav şer. Roketên ku tangan di avêtin gelek caran jî dibûne sedema gerîla jiyana xwe ji dest bidin. Ji bo astengkirina pêşde hatina leşkeran gerîlayên ku bi BCK şer dikirin piştî ku cihê wan dihate keşifkirin dibûne hedefa topbarana giran ya tangan.
Yekîneya fermandara YJA-Star Berwar li cihê kemînê diman. Ji yên ku li hemberî hêzên leşkerî yên derdiketine erazî şer dikir bû. Hîna ku li ser gelî dirsa kimyasalê heyî, bêy ku tang bigehine gelî li cihê xwe sekinîbûn û topbarana xwe berdewam dikirin. Di navberekî ku tangan avêtina topan kêm kirî de cardin ji bo ku tû zindî di gelîde nemîne koba çûne ser gelî û heyanî li ser cenazeyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest jî dayîn dest bi reşandina gazên şewetker kirin.
Ji bo veşartina kimyayê cenazeyên gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dayîn didan ber gûleyan
Raste rast di şer de nekarîbûnê. Ji ber vê yêkê jî li hemberî hêza gerîla li şûna leşkeran hêza teknîkî derxistibûn. Leşkerên ku li hemberî êrişên gerîlan di çeperên xwe de hişk mayîn, di xwastin bi karanîna teknîkê tola xwe hildin. Weke her carê şerê teybet li Kurdistanê dihate meşandin, bi rûyekî qirêj şer birêve dibir. Tiştên ku li geliyê Tiyarê hatin kirin rûyê herî reş yê şer derdixiste holê. Piştî ku gerîla bi gazên kîmyayî qetilkirîn, leşkerên ku di çûne cihê çalekiyê ji bo veşartina vî sûcê xwe yê ji derveyî mirovahiyê, li ser cenazeyê gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dayîn yêk bi yêk gûle di reşandin. Bi vî şeklî di xwastin sûcê xwe veşêrin. Ji bo komkirina parçeyên bedenê gerîlayên ku bi gûleyên hewanan, bombeyên qazanan û gazên kîmyayî hatîn paraçekirin, dewleta Tirk rêbazekî xwey teybet hebû. Piştî ku bi kepçeyan parçeyên bedenê gerîlayên jiyana xwe ji dest dayîn xistin di qamyonan de, ji alanê derketin û çûn.
Di geliyê Tiyarê de li ser navê mirovahî û onura wêna berxwedanek hate meşandin. Bi makîneyên kar cesedên mirovan xistina di maşînên bar de kirinekî ew çendî ya dewleta Tirk ku ji nirxê mirovahiyê tû para xwe ne girtî, ev rûyê veşartî yê dewleta Tirk di gelîde veşartî ne ma. Weke yên demê bûrî cardin li hemberî malbata mirovahiyê ev kiryara wêna bû yêk û nonertiya xwe berdewam kir.
Di aliyê têkoşîna azadiya Kurd de şehîdên Geliyê Tiyarê kirine sedema qezençkirinê. Gelek zêde serde ne çû salek şûne de, bi tekoşîna şoreşgerî ya gerîlan cardin herêm girtin û bi çalakiyên ku hatin pêşxistin hêzên dagirker di cihên wan yên talankirin û dagirkirinê de hepiskirin.
Yên ku li pişt yên çûyîn mayîn bi gotinên ku ev mirin ne hêjayî meye, yên ku ji bo armancekî mezin hemû curê berdîlan digre ber çav, pêwiste li hemberî hemû cure leyîstûkan tedbîra xwe hebe û vê berpirsiyartiyê jî bigrîte ser xwe. Nexwa di kêliya ku gafletê jiyan dikin de cardin bi jiyankirina komkijîyekî din weke berdewamiya hemû komkijiyên bûrîn cardin wê di raman de bête zindîkirin.
Demek gelek dûr nebû tenê pêş çend katjimêran yekîneyekî gerîlan ya ji 15 kesî pêkdihat îradeya ku artêşekî mezin bê bandor biket derdixist holê. Lê niha jî cardin hewil didin ku ji bo dîrokekî dubare bingeha wêna bête danîn. Yên ku ji komkûjiyê şûnda mayîn hesaba vêna dipirsin, di bin ew qas topbaran û kimyabaran de hewildidan ku encam bi dest bixin. Erkê wanê serekî qasî çavrê mayîna dayîkan, wan jî bêy ku bi tû şer û mercan xwe ragirin, bêy ku xwe di şûnda bihêlin tenê hewildidan ku ew soza dane hevalên xwe rêya wan berdewamkirin bû, ev erkê wanî herî pîroz û serekî bû.