Almanya ji bo YE’yê hedefa penaberan e

Almanya ji bo YE’yê hedefa penaberan e

Welatê herî zêde ji krîza aborî ya li Yekitiya Ewropayê xist Almanya ye. Lê herî zêde penaberiya ber bi Almanyayê ve pêk hat.

Li gorî daneyên Saziya Kar a Alman, di mehên dawiyê de hejmara penaberên ji başûrê Ewropayê di van mehên dawiyê de zêde bûne. Li gorî daneyan herî zêde mirov ji Spanya û Yewnanîstan ên para herî mezin ji krîza aborî girtin, tên Almanyayê.

Saziya Kar ragihand ku bi taybet ji Portekîz, Spanya, Yewnanîstan û Îtalyayê gelek kes ji bo kar peyda bikin penaberê Almanyayê bûn. Di dawiya meha gulanê de hejmara van karkeran ji sedî 6,5 zêde bû û gihişt 452 hezaran.

Herî zêde karkerên Yewnan û Spanî hatin Almanyayê. Ji sala par heta dawiya meha gulanê rêjeya karkerên Spanî yên tên Almanyayê ji sedî 11.5 zêde bû û ya Yewnan ji sedî 9.8 zêde bû.

Li gorî daneyên dawiya meha gulanê, 117 hezar û 700 Yewnan, 46 hezar Spanî, 55 hezar û 600 Portekîzî û 232 hezar û 800 Îtalî li Almanyayê dest bi kar kirin.