Rêxistina Sîxûrî ya Almanyaya Federal (BND) aşkere kir ku çekên kîmyewî yên di destê Sûriyeyê dikarin di nava çend saetan de bi fermana Beşar Esad bikevin dewrê. Balkêş bû ku ev daxuyanî di dema NATO’yê biryara bicihkirina sîstema parastinê ya fuzeyan a Patriot li Bakûrê Kurdistanê da, hat.
Almanya xwe amade dike ku sîstema parastinê ya fuzeyan bişîne Bakûrê Kurdistanê.Almanyayê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di destê Esad de derdora 1000 ton çekên kîmyewî hene û agahî da ku ji bo karanîna van çekan hîna tu amadekariyek nehatiye kirin.
Di daxuyaniyê de têkildarê dê ev çek kengî bên bikaranîn tu agahiyek nehate dayin, lê hate destnîşankirin ku ev çek dikarin di nava çend saetan de bi fermana Esad bên bikaranîn.
Li aliyeke din rojnameya Almna Der Spiegelê aşkere kiribû ku hin fermandarên artêşa Sûriyeyê pêşniyar dikin ku li hemberî muxalîfan çekên kîmyewî bên bikaranîn. Lê li gorî BND’ê ne tu amadekariyên Beşar Esad û ne jî yên artêşa Sûriyeyê tune ne.