Aloziya bazara xûrekê ya cihanê dê bidome

Aloziya bazara xûrekê ya cihanê dê bidome

Hişkesaliya (ziwabûn) Rûsya û DYA’yê dibe sedema bilindbûna buhayê zad û xurekê tehdît dike. Di bazara qût û xûrekê de pirsgirêkên cidî çêdibin. Li Amerîkayê ziwabûn zirarek mezin da hilberîna garis. Di meha tîrmehê de di buhayan de ji sedî 23 zêde bû. Li Rûsyayê jî buhayê genim ji sedî 19 zêde bû.

Rêxistina Çandinî û Xûrekê ya NY’ê (FAO) îro daxuyaniyek da û diyar kir ku ji ber di buhayên şekir û xurekan de li pey hev daketinek çêbû û piştî vê jî di buhayên xurekê yên cîhanê de di tîrmehê de li gorî meha hezîranê ji sedî 6 zêde bûye.

Li Rûsyayê di demek nêz de li gorî texmînan ji sedî 10 zêdebûn dihat payîn. Rojnameya Vedomostî diyar kir ku li bendê ye ku di bûyanên meqerna, şîr û goşt de ji sedî 20 zêdebûn çêbibe.

Koma Management Development Group’tan (Gastronomik û zincira Prodeko) jî daxuyanî da û diyar kir ku di buhayê nan de ji sedî 10, di hilberînên nan de ji sedî 15 û 18 zem dê bê kirin. Ev buhayên di bazaran de jî gengeşiya bazarê îfade dike.

Departmana Çandinî ya Dewletên Yekbuyî yên Amerîkayê hatina xurekê ya 2012-2013’an de ji 2.37 mîlyarî daxist 2,31 mîlyarî. Li Rûsyayê hilberîna xurekê daketiye 15-16 mîlyon tonan. Çav li rê ye ku ev hemû hem di alî global de û hem jî buhayên bazara hundir zêde bike. Şîrketên xurekê diyarkirin ku bûhayên xurekê di 6 mehê pêş de ji sedî 10 dê zêde bibe lê ji niha de jisedî 20 derbas kiriye. Dîmîtrî Medvedev rojê borî de bi armanca piştgiriyê bide hilberînan çû Volgogratê. Serokwezîr pirsgirêkên wan guhdarî kir û piştigiya xwe bo wan anî zman.

DI HILBERÎNÊ DE GELEK WELAT KETIN

Hilberîna xurekê ne tenê li Rûsyayê li welatên Yekitiya Ewropayê jî ket û li bendê ye ku ji sala borî 4 mîlyon kêmtir be. Ev neyîniyên Rûsya û YE’yê di borsaya Bazirganî ya Chîcago de hewayeke neyînî ava kir. Di welatên yekbûyî de hişkesaliya zêde di bûhayên garis e jisedî 55 di buhayên soyade ji sedî 23 zêdebûn çêkir. Ev zêdebûn di hilberînên çandiniyên din de jî buhayan zêde dike.

Pispor dibêjin ku divê di demek zû de zêdebûna bihayê genim zêde neyê dramatîzekirin û diyar dikin ku bihayê genim mîna salên 2007-2008’ê zêde nabin. Di van salan de ziwabûn li welatên genim û dexil hildiberînin, bibû sedema krîza li cîhanê.

Rûsya, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Kaneda, Qezexîstan, Awistralya, Frense mezintirîn welatên cîhanê yên çandina berhemên dexil in.