Altan Tan: Kurd dest ji ziman û olê xwe bernadin

Altan Tan: Kurd dest ji ziman û olê xwe bernadin

Parlementerê BDP’ê Altan Tan li Amedê di sempozyuna   ji aliyê Kovara Nûbihar a bi navê  "sempozyona Ol, ziman û nasname” hatî li darxistin da de axivî û got:“Wek Kurdên Misilman, em ê dev ji ol û Zimanê xwe bernadîn.”

Di 21’emin salvegera Kovara  Nûbiharê de li hola şaredariya bajarê mezin Amedê de sempozyonek hat li darxistin . wê dû roja sempozyona bi navê  "sempozyona  ol, ziman û nasname” berdewam bike. Di sempozyonê de Parlementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan, Serokê bûruya Amedê ye berê Mehmet Emîn Aktar, akademîsyen Baskin Oran, nivîskar  Dr. Îsmaîl Beşîkçî, nivîskar  Cengîz Çandar û gelek  akademîsyenên herêmî û biyanî beşdar bûn.

Di destpêka sempozyunê de Parlementerê BDP’ê Altan Tan axivî û bal kişand  li ser faktûrên  ziman, ol û nasnameyê û got: “xala ku em îro gihîştinê, di pêkhatina ziman û nasnameyê de, fakturên nû  hene. Evane ji hev cûda kirin, li beşan par ve kirin yan ji bi tenê yekê hilbijêre ev tê wateyê parçekirina  nasname û binya ruhê  mirov.   

Me parçekirina van ne xwest. Em îro ji naxwezîn. Em wek kurdên misilman ji zimanê xwe û olê xwe navegerîn. Emê li ser cewherê nasnameya xwe rawestin. Yek ji daxwazên me yên sereke yên qada civakî ne. Emê îro li ser vê xetê bi meşîn lê îro ji ev astengî tên berdew kirin.

Tan, da diyar kirin ku, li Rojhilata Navîn dîzanekî nû heye û wiha axivî:“ Ziman û ol wek mehhebî tê zanîn lê belê wek cînî qralekî Ereb, Şêxekî Ereb, karikarturekî Ereb 100 milyo doler hene, lê  hê jî 2 milyon mirov li Qahîrê li guristanan jiyan dikin. Ji ber vê yekê wê Rojhilata Navîn şeklekî nû bigre. Gelo wê bi  Neo liberal bê guhertin yan ji xeta  statoya berê dewam bike. Yan ji wek tê zanîn wê dewam bike. Yan ji wê wek modela peyvekî  misilmantiyê çêbibe. Meseleya sereke di vê de ye. Ez bawerim wê îro û sibe evane bên nîrxandin û havalên me yên bi axivin wê gotina xwe ji me re bêjin. Hêvîdarim ku di Rojhilata Navîn ya nû de her  kes bi karibe bi zimanê xwe, olê xwe, mezhebê xwe bi awayekî  azad vegotin bikin