Amadekariyên gerilayên jin a ji bo 8’ê Adarê

Amadekariyên gerilayên jin a ji bo 8’ê Adarê

Gerîlayên jin bi coşeke mezin amadekariyên 8’ê Adarê dikin. Meh Sibata dîn û har bû, lê bêhna biharê ji xwezayê dihat. Xweza çawa bandor li ser hest û fikarên mirovan dike, mirov bi dîtin û hîskirina dîmenên xwezayê re vê yekê hîsdike.

Ez û du gerîlayên jin bi hewayekî kela awrî, carna çilkên baranê dibarîn û carna jî rokê bi rûyekî şermok serê xwe derdixist, em ketin rê. Te her dixwest dilê xwe ji xwezayê re vekirî bihêle. Riya me zêde nedirêj bû, lê ne kin bû jî. Bergeha xwezayê ya bêhempa her hevalê me bû. Her çiqasî carna dixeyidî û em di bin rehmeta baranê de dihiştin, lê dîsa jî xwe li ber dilê me şîrîn dikir, ew jî rengekî wê ye û em rêzdar nêzdibûn. Wexta ku em birêketin, me hesabê vê yekê kiribû. Me dizanîbû wê zivistan û bihar bi hev re me pêşwazî bikin. Li cihên nizim, berf nîn bû, lê cihên bilind hêj berf nehelîbû û mîna rojên wê dawiyê nêz dibin. Tenê  sekinîbû û pişta xwe dida bilindahiya çiyan. Birastî berfa çiyan nehelîbû û di nava mijeke giran de xwe nixumandibû. Hêdî-hêdî em berbi yekîneya gerilayên jin ya leşkerî ve diçûn. Heyanî em gihîştin nêzî wan em gelekî westiya bûn, çayekî germ û hinek zadxwarin li ber dilê me gelekî şîrîn bibû.

GERILAYÊN JIN EM PÊŞWAZÎ KIRIN

Çiyayên bi berfê xemilî em ji quncikekê pêşwazîkirin, rok û gerilayên jin jî bi dilekî germ em pêşwazî kirin. Bê destûra wan me nikarîbû em têkevin eraziyê wan û biçin yekîneya wan. Ji ber vê yekê agahiyê wan hebû, emê biçin mêvandariya wan û her li benda me bûn. Jinên ciwan bûn û hejmara wan gelekî zêde bû. Me dît ji her quncikekê gerilayeke jin dertê û tê silav dide me. Em her çiqasî westiyabûn, ew parvekirina rûkeniya wan em bê parnehiştin û bi sohbeta germ, me ew westandina xwe jibîr kir. Yekîneya Şehîd Adar hemû gerilayên jin bûn û xweser dijîn. Ji başûr, rojhilat û bakurê Kurdistanê hebûn, lê zêdeyî xwe ji Rojavayê Kurdistan bûn. Ew gerîlayên jin yên ji Rojavayê Kurdistan tevli bibûn, piştî ku şoreşa Rojava ya gelê Kurd tevli bibûn. Dibe ku ev pirs were bîra we, bi roxmî ku hemû bajarên Kurdistana Rojava azad bûne, lê çima dîsa tevli dibin? Em ji vê pirsa xwe re bê bersiv neman û weha got “ heyanî her çar perçeyên Kurdistanê azad nebin û bi taybet Rêber APO rizgar nebe, em dev ji têkoşîne bernadin.”

 8’Ê ADARÊ TÊ WATEYA XURTKIRINA TÊKOŞÎNE

Amadekariyên gerilayên jin yên roja 8’ê Adarê bala mirov dikişand.  Ligel wê jî kêfxweşiya wan jî ne şahiyeke li ser lêv bû û ne bi kêliyan bû, gelo hatina Biharê bandor li wan dike? Piştî ku me bi wan re sohbet kir, me fêm kir ku ew piştî qedandina meha zivistanê xwe ji b çûyîna Bakur amade dikin û heyecana wê dijîn. Ji dilê me hat ku em têkevin nava wan û jiyana wan çavdêr bikin. Gerîlayên jin yên koma helperkê xwe amade dikirin. Li  kêleka wan gerîlayên dîtir di nava liv û lebatê de bûn. Em jî çûne gel wan û me li wan temaşe kir. Gerîlaya qedîm ya bi navê Hêlîn Qamişlo em tenê nehiştin û li ser 8’ê Adarê bi me re sohbet kir. Hêlîn di nava axaftinên xwe de anî ziman ku ew wateya roja 8’ê Adarê ji Rêberê gelê Kurd Abdulah OCALAN fêr bûye û wiha pê de çû :“Sala 1991’an ez di dewreyeke perwerdê ya Rêber APO re derbas bûm. Roja 8’ê Adarê Rêbertî em hemû hevalên jin pîroz dikirin û em bi xwe re li derdora çiyayên wê derê digerandin. Bi me re li ser girîngiya roja 8’ê Adarê diaxivî. Ji Rêber APO em fêrî wateya roja 8’ê Adarê bûn. Tu carî Rêbertî roja 8’ê Adarê mîna cejnekê ne dinirxand. Têkoşîna jinê ya di dîrokê de hatiye meşandin, bibîrdianî. Ji me re behsa berxwedana jinan dikir û em her dem ji bo têkoşîneke xurt li dijî desthilatdariyê meşandin, amade dikirin. Em fêrî berpirsyartiyên giran dikirin û ji bo em tola jinan ji zordar û deshilatdaran rabikin, em perwerde dikirin. Dixwest jana jinên di wê febrîqê de şewitîne, bi me bide hîskirin. Lewra her dem roja 8’ê Adarê ji bo me tê wateya têkoşîna xwe xurtkirinê. Bi heyecaneke mezin ez roja 8’ê Adarê li Rêber APO û li hemû jinên cîhanê pîroz dikim.”

EV CARA YEKEME EMÊ LI ÇIYÊ PÎROZBIKIN

Hinek gerîlayên jin berî ku tevlî nava refên gerîla bibin, tu carî roja 8’ê Adarê pîroznekirine, û hinek jî hebûn di nava gel de pîrozkirine. Lê belê ev cara yekeme ku wê li çiyê û di nava gerîla de pîroz bikin. Yek ji wan jî gerîlaya bi navê Têkoşîn Cûdî bû û hestên xwe wiha vegot: “Berî ku ez tevli nava refên gerîla bibim, herdem digotin zêde derfetên gerîla nîne û hatina  çiyan ji bo jinekê zor e. Min texmîn nedikir ku derfet hebin û em roja 8’ê Adarê pîroz bikin. Ez niha gelekî bi kelecanim û li benda pîrozbahiyên wê rojê me.”

Gerîla Bihar Gever jî gotinên Têkoşîn Cûdî wiha temamkirin: “Ev 19 sale ez li çiyan dijîm û her sal me roja 8’ê Adarê pîroz kiriye. Carna bi komên mezin me pîrozkiriye û carne jî em komên biçûk pîroz dikir. Gelek hevalên jin yên ku me ev roj bi wan re pîrozkiriye şehîd ketine. Yek ji wan jî hevala Sakîna Cansiz bû. Wexta ez navê hevala Sakîne jî tînim ser ziman, ji min re giran tê. Ji ber em wisa hêsanî şehadeta wê û şehadeta hemû hevalên jin napejirînin.” Bihar Gever di nava gotinên xwe de bal kişand ser wateya roja 8’ê Adarê û wiha berdewamkir: “ Têkoşîn û berxwedana roja 8’ê Adarê ji bo me ne tenê rojeke, her roj bi wê zanebûnê em têkoşîna xwe didomînin. Heta yek jina Kurd û jinên cîhanê bindestin, emê têkoşîna xwe bidomînin.”

Ew roj çawa derbas bû, em pênehisiyan. Wextê me bi heyecan û coşa gerilayên jin mîna avê herikî û em pênehisiyan çawa derbas bû.