Amadekariyên Kongreya Ciwanan bi dawî bûn
Amadekariyên Kongreya Ciwanan bi dawî bûn
Amadekariyên Kongreya Ciwanan bi dawî bûn
Komîteya Amadekar a Kongreya Ciwanên Kurdistanê ya 3'yemîn ku wê li Rimêlan were lidarxistin, diyar kir ku wan hemû amadekariyên xwe yên ji bo kongreyê bi dawî kirine.
Komîteya Amadekar a Kongira Ciwanên Kurdistanê ya 3'yemîn ku wê di 26'ê Adarê de li Rimêlan were lidarxistin, ragihand ku wan hemû amadekariyên xwe yên wek otêl, xwaringeh û saleya pêşwazîkirina mêvanan amadekirine, her wiha navenda Çand û Hunerê ya Rimêlan ku cihê 580 kesî tê de heye ji bo kongreyê hatiye amadekirin.
Komîteya Amadekar diyar kir ku wê ala Desteya Bilind û alên 11 şoreşên Kurdistanê ku di dîrokên cuda de hatine lidar xistin, wê di kongreyê xwe de daliqînin.
Ji bo ewlekariya Kongirê hêzên asayîşa Rimêlan tedbîrên berfireh girtine.