Amadekariyên Kongreya Netewî ya Kurd didomin

Amadekariyên Kongreya Netewî ya Kurd didomin

Komîteya Amadekar ya Kongreya Netewî ya Kurd xebatên xwe berdewam dike. Civîna ku duh komîteyê pêkanî heya demjimêrên direng yên şevê dom kir. Piştî civînê endama komîteyê Ronahî Serhat nirxandin kir û got; “Aştiya ku dê li Rojhilata Navîn pêkbê tenê dê bi saya Kurdan pêkbê.”

Komîteya Amadekariya Kongreya Netewî ya Kurd duh civîna xwe ya pêncemîn pêkanî. Civîna ku di demjimêrên şevê de destpêkir heya berbanga sibehê dom kir. Piştî civîna ku ji çapemeniyê re girtî pêkhat, endama komîteya amadekar Ronahî Serhat daxuyaniyek kurt da. Serhat ku nexwest behsa naveroka civînê bike, balkişande ser girîngiya lêgerîna yeketiya Kurd ya di kaosa Rojhilata Navîn de.

Serhat wiha got: “Di wî alî de hem li Kurdistanê û hem jî li Rojhilata Navîn pêvajoyekî pir girîng heye. Amadekariyên Kongreya Netewî ya Kurd jî di pêvajoyekî wiha girîng de destpê dike. Bêgûman destpêkirina amadekariyên kongreyê girêdayî van tiştên rûdayî ye. gelê me jî di vê wateyê de peywirekî pir pîroz daye me. Em weke komîteya amadekar dê hemû hewildanên xwe ji bo vê peywira pîroz ji bê kêmasî bicih bînin, daxwazên gel pêşwazî bikin û hêjayî gelê xwe bîn dê bixebitîn. Em weke komîteya amadekar li ser vê zanabûnê xebatên xwe didin berdewam kirin. Heya niha pirsgirêkekî ku pêşiya xebatên me bigire rûnedaye. Em bingeh digirin ku, hemû partiyên siyasî ên Kurd, dezgehên civaka sivîl, rêxistinên jinan, tevgerên ciwanan û di heman demê de dostên Kurdan tevlî vê kongreyê bibin. Bi rêbazên aştiyane û demokratîk çareserbûna pirsgirêka Kurd tê wateya çareserbûna pirsgirêkên Rojhilata Navîn. Aştiya ku dê li Rojhilata Navîn pêkbê tenê dê bi saya Kurdan pêkbê. Hêviyên me hene ku ev kongre dê serkeftî derbaz bibe. Dê xeyal û xwestekên gelê me ên bi sedsalane didomin dê pêkbên.”

Komîteya amadekar îro di demjimêr 16:00’an de dê careke din kom bibe.