Hewzeya çemê Tûnayê ku weke Amazonên parzemîna Ewropayê tên nasin, ji ber veberhênanên bazirganî û qadên nû yên çandiniyê bi xeteriyê re rû bi rû ne.
Hawirdorparêza Sirbîstanî Duska Dimovîc diyar kir ku ev xeterî pir ciddi ne. Dimovîc diyar kir ku li peravên çemê Tûnayê termê gelek çûk û masiyan tên ditın û ev demek dirêj e ku tehrîbata çemê Tûnayê ziyaneke mezin dide ekosîstemê.
Çemê tûnayê li welatên Ewropa Awusturya, Hîrvatîstan, Sirbîstan, Slovenya û Macerîstanê daristanên 800 km dam xwedî dike. Peravên vî çemî malovaniyê ji sêyan yekê şinatiyên Ewropayê, ji sedi 63’yê çûk û masîyên parzemînê re dike.
Li gel vê jî bi hezaran malbatên li peravên vi çemî dijîn, debara xwe bi masîvani, çandî û ajalvaniyê dikin. Çemê Tûna ji destpêka dîrokê ve rojhilat û rojavayê Ewropayê bi hev ve girêdide. Baskên Tûnayê xwe digîhin Almanya, Awusturya, Maceristan, Slovakya, Hirvatîstan, Romanya, Bûlgaristan, Moldova û Ûkraynayê û veguhestinê hêsantir dike.
Ligel krîza aborî ya li Ewropayê, eleqeya ji bo Tûnayê ji pir zêde bû. Tûna ji bo veguhestina malan ji welatekî bo welatêên din pir girîng e, îsal li rastî eleqeyek pir zêde hat û ev rêje ji sedî 27 zêde bû.
Lê li gori hawirdorparêzan Tûna bi xeteriyan re rû bi rû ye. Bi taybet 49 kîlometreyên di nava xaka Awisturyayê de bi xeteriyan re rû bir û ye.